Piştgiriya greva birçîbûnê ya Elewiyan zêde dibe

Îdrîs Balûken Elewiyên di çalakiya li Navenda Giştî ya ABF’ê de ziyaret kir, wiha got: “Eger konsepta derbeyê encam bigire, em ê bên wê astê ku êdî em ê nikaribin li welat demokrasiyê baxivin.”

Greva Birçîbûnê ya Elewiyan a kul i dijî şer û qetlîamên sivîl ên li Kurdistanê di pêşengiya Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) de destpêkir û li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû, di roja 6. de ye. Navenda Giştî ya ABF’ê ku cihê destpêka çalakiyê ye, di nava rojê de rastî ziyaretên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tê. Ji bo piştgiriya Elewiyan îro, Rêxistina EMEP a Bajarê Enqereyê, parlamenterên CHP’ê Mahmût Tanal û Mûrat Emîr, endamên Komaleya 78’an, Wekîlê Serokatiya Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Huda Kaya û Gulseren Yildirim ziyareta piştevaniyê pêk anîn.

Di ziyaretê de Wekîlê Serokatiya Koma HDP’ê Îdrîs Balûken mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku niha pêvajoyek derbeyê ya nehatiye temamkirin heye, li Kurdistanê tank xistine meriyetê û dixwazin encam bigirin û wiha got: “Eger konsepta derbeyê encam bigire, em ê bên wê astê ku êdî em ê nikaribin li welat demokrasiyê baxivin. Ji ber vê jî ev îrade, hestiyariya ku Elewiyan danine holê em gelekî bi nirx dibînin.”