Hevserokên Giştî yên KCD’ê Dîcle û Ayna civîna çapemeniyê li dar xistin. Dîcle xwest ku têkîldarî rakirina mafe destwernedane her kes xwedî helwest be, wiha got: “Encamên wê dikarin xerabtir bin.” Dîcle bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan sîcîla mafên mirovan neyênî bandor dike, hişyariya, “Ev bandora neyênî, mudaxeleyên derveyî wê bîne” kir. Ayna jî got li Kurdistanê sivîl tên qetilkirin, banga hestiyariyê li raya giştî kir. Hevserokê Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Ayna li Navenda Giştî ya KCD’ê civînek çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de tehdîda rakirina mafe destwernedane û êrîşên qirker ên dewletê yên li ser Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
DÎCLE: TABLOYA TARÎ!
Dîcle bal kişand ku konseptek nû ya îmha û şer a heta îro bi çendan caran ji damezirandina Komarê li dijî gelê Kurd hatiye bikaranîn di meriyetê de ye. Dîcle got, “Agahiyên nebaş ên em her roj digirin ne tenê ji bo herêmekê, tarîtiyek wiha ye ku tevahî erdnîgariya Tirkiyeyê tehdît dike” û wiha pê de çû: “Di van pêvajoyan de herî zêde jî dengên mejî û mantik nayên bihîstin. Di nav dengên çekan de pelçiqandin e. Em ê dengê jiyana pêşeroja hevpar a gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd ji bo em karibin nîşeyekê ji dîrokê re bihêlin bibihîzin.”
‘EZ BAWER DIKIM DERDORÊN TÊKÎLDAR PEYAM GIRTIN’
Dîcle nîqaşên têkîldarî deklarasyona li Cıvata Giştî ya KCD’ê jî bi bîr xist, wiha axivî: “Naverokek deklarasyona me ya ku ji bo dîsa hevdîtin û pêvajoya diyalogê destpêbike hebû. Demokrasî, yekîtî kiribû hedef. Me rexneyên heyî şopand. Lê hin beşên di asta heqaretê de û wek qismên ‘belgeya îxanetê’ dihate nirxandin jî em bi tundî red dikin. Ev teklîf ne nû ye, ev deklarasyona çareseriya siyasî ne nû ye; ji sala 2005’an ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û xurtkirina demokrasiya Tirkiyeyê, versiyonek paketên herî pêketî ye. Di bernameyên partiyên siyasî yên HDP-HDK û DBP’ê de hene. Di asta manîfestoyê de ye ku dikare xizmetê ji pêvajoya hevdîtin û diyalogê re bike, navbeynkariyê ji heyetên dixwazin şer bidawîbikin re dike. Ez bawer dikim ku ji bo pêkhatina vê armanca me derdorên têkîlar peyamên xwe girtin.”
‘NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ DEKLARASYONA XWE QEBÛL NAKIN’
Dîclî li dijî helwesta Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bertek nîşan da, daxuyaniya wî ya di sala 2013’an a “Divê em ji sîstema eyaletan netirsin, mînak di dema Osmaniyan de Kurdistan û Lazîstan hebû” bi bîr xist. Dîcle wiha domand: “Em siyasetmedarên di vê çarçoveyê de daxuyanî da û hê 3 sal bêyî di navberê de bibore ev nêzîkatiyên wiha raber dike, deklarasyona me bi îxanetê re yek digire, ev nayê qebûlkirin. Di serî de hevserokên HDP’ê, siyasetmedarên Kurd kirina hedef û bi mafe destwernedane tehdîtkirin dide fikrandin.”
‘2’Ê ADARÊ ÇARESERÎ NEDÎTIN, WÊ DÎSA NEBÎNIN’
Dîcle bi bîr xist ku 2’ê Adarê 1994’an ji Meclîsê hatine ‘qewitandin’, li ser 10 salan ceza girtine, wiha dewam kir: “Diyar e ku rêveberên îro ji wê pêvajoyê ders û ezmûn negirtine.”
Dîcle got, “Eger hûn qenalên siyaseta demokratîk bixetimînin hûnê teşwîqî şîdetê bikin. Şîddet jî şîdetê ava dike. Ez bawer im divê destpêkê dewlet qanûnek civakî li ber çavan bigire” û ji parazname û nêrînên Serokê Şoreşa Afrîkaya Başûr Nelson Mandela bi bîr xist. Dîcle wiha anî ziman: “Eger li welat pirsgirêkên bindestan hebe, li wir têkoşînek hebe, yê şêwazê têkoşînê diyar dike dewlet e.”
‘XIZMETA JI HEVQETÎNÊ DIKIN’
Dîcle diyar kir ku nunerên siyasî yên gelê Kurd, weke sala 94’an îhtimala careke din ji meclisê werin avêtin , wiha got: “Em hemû jî dizanin ev tevgera avêtinê ne xizmeta yekîtiyê, xizmeta ji hevqetînê dike. Ne tenê rêveberên dewletê, hemû beşên civakê, hemû hêzên demokratîk ên Tirkiye hedef nîşan dike, divê li hember pêkanînên ku mafe destwernedanê helwest bê girtin an jî wê encamên pir şaş bi xwe re bîne. Yên ku dîroka Tirkiye lêkolîn dikin dibêjin, piştî contaya 2’ê Gulanê bi xwe re tayînên bi şer ên bi tirs aniye.”
HIŞYARIYA ‘MUDEXELEYA DERVE’
Nêzîkatiyên dewletê ya li hember gelê Kurd, nişan da ku sicîla mafê mirovan a Tirkiyê hejandiye. Dîcle ev hişyarî da: “Ev hejandin wê mudaxelaya derve bi xwe re bîne. Ez vê weke hişyarî dibêjim. Pirsgirêka tinekirinê ya bi vî awayî a qenalên siyaseta demokratîk, nabe çareserkirina rêveberên dewletê. Ev hemû hişyariyên me ji aliyên dewletê zêdetir; ji bo kesayetên sermayedar ên Tirkiyeyê, di nav de rêxistinên Kedkar û hêzên demokrasî weke banga hestiyarîbûnê bigrin dest.”
AYNA: BANGÊN ME NE JI BO DEWLETÊ, JI BO RAYA GIŞTÎ YE
Ayna diyar kir heyata ku ji HDP, DBP, DTK û KJA’ yê pêk tê bi awayekî keyfî li ser rêya Hezexê rawestandin û wiha got: “Têkildarî qedexeya kolanan em ê biçin Hezexê û bi gelê xwe re derkevin kolanan, bi gelê xwe re nobetên xwe pêş bixin. Ji aliyê leşker ên Tirk ve hatin rawestandin. Tenê ew radiwestînin. Êdî hiqûq li gorî kesan tê pêkanîn.”
Ayna destnîşan kir ku banga wan ne ji bo dewletê ye, ji bo raya giştî ye. Ayna wiha berdewam kir: “ Ji vir banga me ne ji bo dewletê ye. Ji ber ku dewletê biryarek daye; biryara neçareserkirina pirsgirêka Kurd daye. Em bang li civakan dikin; bang li aqlê selîman dikin. Êrîşên dewletê rastiyan ji holê ranake. Rastî ev e; çareserî tenê bi rakirina sedeman wê pêş bikeve. Sedemên pirsgirêka Kurd divê ji hole bê rakirin.”
Ayna got: “Mafê Kurdan ê di dewleta TC’yê de dijî nîne. Gelê Kurd têkoşîna mafê xwe dike. Ev pirsgirêk wê çawan were çareserkirin? Bi tinekirina Kurdan wê ev pirsgirêk ji holê bê rakirin? Rewşa hikûmeta AKP’ê ya bi biryara şer ev e. Bi gotina ‘Eger te got dewlet her tişt maf e’ ve pitika 35 rojî qetil kirin.”
‘DIVÊ JI DÎROKÊ DERS WERE DERXISTIN’
Ayna daxwaz kir ku raya giştî bila qetlîamên sivîlan ên li Kurdistanê bibînin. Ayna wiha anî ziman: “Gavek din jî pêş de avêtine, qala mafe destwernedanê tê kirin. Întîqama hestên Serokkomar e. Dewlet bi vî awayî nayê birêvebirin. Bi sedema birêvebirina dewletê gel tirsandine. Makezagon çî ye? Biryarên makezagonê dide diyarkirin destûrên çi ne? Ji bo rakirina biryarên makezagona 12’ê Îlonê hat çêkirin. Niha jî makezagona AKP’ê tê çêkirin. Modelên çareserkirina pirsgirêkan li ser şer didin avakirin.”
Têkildarî tehdîda mafe destwernedanê jî Ayna wiha berdewam kir: “Divê ji bo yên ramanê xwe tînin ziman nebe. Dîrok ji dûbarebûnê pêk tê. Divê ji dersên dîrokê ders bên derxistin ku nekevin heman şaşitiyan. Em jî vê nekin, dersê jê bigrin.”