Ciwanê ku polîsan birîndar kir hat girtin

Ciwanê bi navê Mehmet Erîk (23) ê li Cizîrê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hat birîndarkirin, ji nexweşxaneya li Êlihê ya tedawî lê didît hat binçavkirin, hat girtin.

Ciwanê bi navê Mehmet Erîk (23) ê li Cizîrê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hat birîndarkirin, ji nexweşxaneya li Êlihê ya tedawî lê didît hat binçavkirin, hat girtin.

Ciwanê bi navê Mehmet Erîk (23) ê 27’ê Kanûnê li Kolana Bîlen a li navbera taxên Yafes û Alîbey ên Cizîrê ku terora dewletê lê didome bi gulebarana ji wesayîta zirxî ya polîsan ji milê xwe ve birîndar bû û sewqî Êlihê hat kirin, li nexweşxaneya tedawî lê didît hat binçavkirin.

Erîç piştî sewqî dozgeriyê hat kirin sewqî dadhegê kirin, bi îdîaya, “endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.