Encu 'belgeya komkujiyê' ji Davûtoglû pirsî

Parlamenterê HDP'ê encu, belgeya dewletê ya ji bo pêkanîna komkujiyê, xist rojeva Meclîsê. Encu ev pirs li Davûtoglû kir, "Di çarçoveya vê fermana li dijî hiqûqê de heta niha çend sivîl hatine qetilkirin?"

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, der barê belgeya dewletê ya ji bo pêkanîna komkujiyê de, pêşnûme pirsek pêşkêş kir.

Encu, li ser belgeya bi hejmara '84933840-3000-350-15' bi serenavê 'Bi taybetî ji bo xizmetê' ya bi îmzeya 3. Fermandariya Tabûra Tankê ya Alîkariya 172. Fermandariya Tûgaya Zirxî ya Fermandariya Hêzên Bejahî, ku ji bo leşkerên Kurdistan dorpêç kirine dibêje, "Heta dawiyê çekê bi kar bînin, ji derketina pêşberî dozger netirsin, li şûna bikevin nava darbestê, derketin pêşberî dozgeriyê çêtir e', ji Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bersiva van pirsan xwest:

'BI VÊ FERMANÊ RE ÇEND SIVÎL HATIN KUŞTIN?'

"Ev belge, tevî ku li dijî erka bikaranîna çekê ya Qanûna Xizmetên Navxweyî ya TSK ye jî, li gorî kîjan sparteya qanûnî hatiye amadekirin?

Di çarçoveya vê fermana li dijî hiqûqê de, heta niha çend sivîl hatine qetilkirin?

Agahiya we ji amadekirina vê belgeyê heye?

Têkildarî vê belgeyê ti lêpirsîn hatiye destpêkirin?

Bi vê belgeyê re, hêzên ewlekariyê teşwîq nabe ku rêbazên li derveyî hiqûqê bi kar bînin? Gelo sedema kuştina sivîlan ne ev belge ye?

Teglîgatên din ên mîna vê bûne sedema pêkanînên li derveyî hiqûqê yên hêzên ewlekariyê, hene?"