Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên hêzên dewletê di roja 23. de bênavber dewam dikin. Tankên li kolanên navenda bajêr hatine bicihkirin, topan diavêjin naxa taxan. Tankên ku ji aliyê maşînên zirxî yên li kolanên Yafes, Arîn Mîrxan û Botaşê hatine bicihkirin ve tên parastin, bi dehan top avêtin taxa Nûrê.
Ji ber topbaran ji tankan bi dehan malan xisar dîtin. Li gelek malan şewat derket. Ji ber ku hêzên dewleta Tirk nahêlin gel şewatê vemirîne, şewat hînê dewam dike û dûxan ji ser taxê bilind dibe.
Tankên li navçeyê her wiha topan diavêjin taxên Cûdî, Sûr û Yafesê.
Tevî êrîşa bi tankan, hêzên dewletê hewl didin xwe berdin nava navçeyan. Hêzên dewletê yên ji Girê Cafer Sadik hewl dan xwe berdin nava taxa Cûdî, rastî bersiva tund a YPS û gel hatin.
Di encama şerekî dijwar de hêzên dewletê neçar man xwe vekişînin.