Însiyatîfa Gel a Şirnexê: Ji bo rakirina cenazeyan em biherikin taxa Dîcle!

Însiyatîfa Gel a Şirnexê, ji bo rakirina cenazeyên 2 ciwanên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, bang li gel kir.

Însiyatîfa Gel a Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Gelê Şirnexê yê ji bo xwedîderketina li xwerêveberiya li Cizîr, Silopiya û Sûrê rabû ser piyan, rastî êrîşa hovane ya çeteyên AKP'ê hat. Çeteyên AKP'ê bi vê êrîşa xwe re 2 ciwanên sivîl qetil kirin. Gel hewl dide cenazeyên li naverastê rake, lê çeteyên AKP'ê bi awayekî bêperwa êrîşî gel dikin."

'EM BIHERIKIN TAXA DÎCLEYÊ'

Însiyatîfê ragihandin, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên yekser guleyan berdidin gel, gelê Şirnexê bi ruhê serhildanê li ber xwe dide û ev bang kir:

"Divê gelê Şirnexê yê ku naxwaze ewladên xwe yên leheng radestî van çeteyan bike, bi tenê neyê hiştin. Lewma ji heft heta heftê salî divê gelê Şirnexê xwedî li ewladên xwe yên leheng derkeve. Gelê me yê ku wehşeta li Haci Lokman Bîrlîk hatiye kirin ji bîr nake û dubarekirina vê jî weke bêrûmetiyê dibîne, divê bi ruhê serhildanê li ber xwe bide û biherike taxa Dîcleyê."