Galaya dokûmantera 'Jiyana min her şer bû" li Parîsê hat kirin
Galaya dokûmantera 'Sara-Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz, li Parîsê hat kirin.
ANF
PARÎS
sêşem, 5 rêbendanê 2016, 11:13
Li paytexta Fransa Parîsê, galaya dokûmantera 'Sara-Jiyana min her şer bû' hat kirin. Dokûmantera li ser jiyana yek ji sê şoreşgerên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin Sakîne Cansiz, duh êvarê hat nîşandan.
Senaryoya dokûmanterê li gorî pirtûka Cansiz a ji sê bergan 'Jiyana min her şer bû' hat amadekirin.
Di dokûmantera ji 105 deqeyan de, jiyana Cansiz tê vegotin. Çîrokek ji Dêrsimê destpê dike, piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj li Dêrsimê bi dawî dibe. Rêwîtiya jiyana Cansiz a li Elezîz, Amed, Amasya, çiyayên Kurdistanê û Ewropayê, ji aliyê malbatê, hevrêyên wê û şahidên demê ve tên vegotin.
GELEK SIYASETMEDAR, REWŞENBÎR Û AKADEMÎSYENAN LI DOKÛMANTERÊ TEMAŞE KIRIN
Galaya dokûmanterê duh êvarê li Bonne Nouvelle Theatre Du Gymnase ya li Parîsê pêk hat. Di galaya dokûmanterê de xwişk û birayên Sakîne Cansiz Ferîde û Metîn Cansiz, bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, Parlamentera Parlamenta Ewropayê Marîe Chîrstîne Vergîat, ji NPA Olîvîer Besencenot, Seroka Femmes Solîdaîres Sabîn Solman, nûnera ÎCOR, Seroka Komeleya Piştgiriyê ya Kurdistan û Fransayê Sylvîe Jan, nûnerên aziyên jinan ên Tamîl, Cezayîr û Fransayê, nûnerên tevgera çep a Tirkiyeyî û nûnerên gelek saziyên Kurd amade bûn. Piştî nîşandana dokûmanter dirûşma "Jin jiyan azadî" hat qîrîn.
Piştî nîşandana fîlm birayê Cansiz Metîn Cansiz û ji çêkerên fîlm Bîrcan Delal Yildiz derketin ser dikê û bersiv dan pirsên temaşekeran.