Polîsên tîmên taybet ên Tirk li Şirnexê 2 kes qetil kirin
Li Şirnexê ji ber êrîşa ji maşînên zirxî ya polîsên Tirk, li taxa Dîcleyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du kesên hatine qetilkirin hînê ji erdê nehatine rakirin. Gel ji bo rakirina cenazeyan dest bi meşê kir, lê polîsan êrîş kirin.