Tabloya komkujiya dewleta Tirk li Botanê kir

Hêzên dewleta Tirk ên ku ji fermana "taybet" a Fermandariya Hêzên Bejahî ya bi nivîsa "ji derketina pêşberî dozgeriyê netirsin" hêzê werdigirin, li 5 bajaran, Mîray a 3 mehî jî di nav de 77 sivîl qetil kirin.

Hêzên dewleta Tirk ên ku ji fermana "taybet" a Fermandariya Hêzên Bejahî ya bi nivîsa "ji derketina pêşberî dozgeriyê netirsin" hêzê werdigirin, li 5 bajaran, Mîray a 3 mehî jî di nav de 77 sivîl qetil kirin. Hovîtî û komkujiyên ku hêzên dewleta Tirk li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê ji dema ragihandina xwerêveberiyê û vir ve kirine, nîşaneya hewldana qirkirina Kurdan e.

CIZÎR

Li Cizîra Botan, ku beriya niha 5 caran derketina derve hat îlankirin, ya herî dawî di 14'ê Kanûnê de hat ragihandin û îro di roja 23. de didome. Dewleta Tirk bi 10 hezar leşker, bi hezaran polîsên tîmên taybet, bi tank û maşînên zirxî êrîşî Cizîrê dikin, lê dike nake nikare berxwedana xwerêveberiyê bişikîne. Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk di nava 23 rojan de pitik Mîray a 3 mehî, du pitikên di zikê dayikên xwe de yên 7 mehî jî di nav de 30 sivîl, ya li ber malên xwe yan dema ji bo tedarikkirina pêdiviyên xwe diçûn cem cîranên xwe, yan jî di nava mala xwe de hatin qetilkirin.

SILOPIYA

Li navçeya Silopiyayê, ku beriya niha 3 caran derketina derve lê hat qedexekirin, qedexeya dawî di 14'ê Kanûnê de destpê kir û ji hingî ve hêzên dewletê di çarçoveya belgeya fermî ya 'bikujin' a dewleta xwe de, gelê Kurd qetil dikin. Li vî bajarî dinava 23 rojan de 3 jê zarok 19 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. 3 jê zarok cenazeyên 6 kesan, ji ber qedexe û êrîşan nikarin bên veşartin û hînê li malan û mizgeftan tên ragirtin. Tê gotin ku cenazeyên Mehmet Mete (10), Axîn Kanat (16), Reşît Eren (17), Şiyar Ozbek (25), Hasan Sanir (75) û Seyfettîn Sîdar (30) xera dibin. Gel hewl dide bi qeza û ava cemidî cenazeyan biparêze. Di êrîşa herî dawî ya bêperwa ya hêzên dewlet Tirk de, li taxa Karşiyakayê, Omer Maslû yê 70 salî dema li mala xwe nimêj dikir li ser şuşdeyê, li taxa Barbarosê jî Yûnûs Yagci yê bi ala spî ji mala xwe derket, hatin qetilkirin.

ŞIRNEX

Li navenda bajarê Şirnexê, ku gel ji bo piştgiriya berxwedanên Cizîr û Silopiyayê li ser piyan e, hêzên dewleta Tirk duh bi şev êrîşî taxa Dîcleyê kirin. Di vê êrîşê de 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkriin. Cenazeyên kesên hatine qetilkirin hînê li cihê lê hatine qetilkirin e.

NISÊBÎN

Li Nisêbînê ku 7 caran derketina derve lê hat qedexekirin, qedexeya herî dawî di 24'ê Kanûna 2015'an de hat rakirin. Di 11 rojên dorpêçî û êrîşan de 1 jê jin 3 kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Di tevahiya dema 7 qedexeyan de bi giştî 23 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

KERBORAN

Li Kerboranê ku beriya niha 2 caran derketina derve lê hat qedexekirin, qedexeya dawî di 29'ê Kanûna 2015'an de hat rakirin. Di êrîşên dewletê yên 19 rojan de 3 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.