Di roja 35. de berxwedana Sûrê dewam dike

Di roja 35. de li Sûrê berxwedana gelê Kurd a li hemberî dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk dewam dike.

Di roja 35. de li Sûrê berxwedana gelê Kurd a li hemberî dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk dewam dike. Topbaran û êrîşên saet di 05:00 de dijwar bûn, hînê dewam dikin.

Tankên li dora Deriyê Mêrdînê bi cih bûne, topan diavêjin nava taxan.

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî bi xweparastinê re bersivê didin êrîşan.

Tevî barîna zêde ya berfê jî, şerê di navbera YPS û çekdarên dewleta Tirk de, dewam dike.