Nûçegihana JINHA'yê li Wanê hat binçavkirin
Di serdegirtinên li Wanê de nûçegihana JINHA'yê Rojda Ogûz jî di nav de gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên li Wanê de nûçegihana JINHA'yê Rojda Ogûz jî di nav de gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Li Wanê polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser wargeheke xwendekaran a KYK û gelek malên xwendekaran.
Di dema serdegirtinê de xwendekara Zanîngeha Yuzucu Yil a Wanê û nûçegihana JINHA'yê Rojda Ogûz jî di nav de gelek xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di destê polîsên Tirk de lîst heye û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Polîsên Tirk, xwendekarên binçav kirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.