Berxwedana gel a ji bo rakirina cenazeyan dewam dike
Ji bo rakirina cenazeyên 2 kesên duh bi şev ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Şirnexê hatin qetilkirin, tevî êrîşa bi bombeyên gazê û guleyên rastî jî, gel li ber xwe dide.
Ji bo rakirina cenazeyên 2 kesên duh bi şev ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Şirnexê hatin qetilkirin, tevî êrîşa bi bombeyên gazê û guleyên rastî jî, gel li ber xwe dide.
Li navenda Şirnexê, duh bi şev saet di 23:30 de, di êrîşa hêzên dewletê ya li hemberî taxa Dîcle de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Navê kesên hatin qetilkirin nehat hînbûn, lê belê şerê li taxê heta danê sibehê dewam kir.
Danê sibehê jî dewleta Tirk maşînên zirxî, çekên giran ên bi tîpa A-4 li herêmê û polîsên tîmên taybet li avahiya Midûriyeta Bajêr a Daristanê û avahiyên derdorê bi cih kir û bi vî rengî nehişt, cenazeyên li erdê werin rakirin.
Hêzên dewleta Tirk bê navber guleyan li qada cenaze lê de, direşînin.
Di navbera hêzên dewletê û YPS'ê de heta ber destê sibehê şer dewam kir.
Bi hezaran kes jî, ji bo rakirina cenazeyan danê sibehê herikîn taxê, lê belê leşker û polîsên Tirk bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîş kirin.
Di vê êrîşê de zarokekî 16 salî birîndar bû û welatiyan ew rakirin nexweşxaneyê.
Gel ji bo rakirina cenazeyan bi qîrîna dirûşma "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" dimeşe. Ji taxên din ên Şirnexê jî gel diherike taxa Dîcleyê.
Li aiyê din, ji ber ku ji maşînên zirxî gule li trafoyên taxê hatin reşandin, elektrîka li taxê qut bû.