Li Silopiyayê zarokek birîndar bû

Berxwedana gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşên terora dewletê û rakirina 2 cenazeyan berdewam dike. Di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk de zarokek 16 salî birîndar bû.

Berxwedana gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşên terora dewletê û rakirina 2 cenazeyan berdewam dike. Di encama êrîşên hêzên dewleta Tirk de zarokek 16 salî birîndar bû. 

Şevê din li Şirnexê di encama êrîşên terora dewleta Tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Li hemberî êrîşan hêzên YPS'ê jî bersiv dabûn û pevçûn heta serê sibê berdewam kiribû. Cenazeyê welatiyên jiyana xwe ji dest dayîn, hêj li Taxa Dîcle tên ragirtin. Hêzên dewleta Tirk bi wesayîtên zirhî kesên nêzîk cenazeyan gulebaran dikin. 

GEL BERSIV DA 

Li gel hemû êrîşan, gelê Şirnexê bi armanca rakirina cenazeyan di seatên sibê de daket kolanan û hewl da ku biçe cenazeyan bigire. Lê piştî demek kin a meşa girseyê dewleta Tirk êrîşê welatiyan kir. Dewletê di êrîşa li hemberî gel de bombeyên gazê, guleyên rast û ava şid bikar anî. Li hemberî vê yekê gel bi dar û beran bersiv êrîşan da. 

ZAROKEK BIRÎNDAR BÛ

Di encama êrîşên dewleta Tirk ên ji serê sibê heta niha, zarokek 16 salî birîndar bû. Zarok ji hêla welatiyan ve rakirin nexweşxaneyê. Rexmê hemû êrîşan jî welatî cardin komdibindibin û ji bo rakirina cenazeyan ber bi Taxa Dîcleyê ve dimeşin. Girse bi dirûşmên, "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne" qîr kirin.

Ji ber gulebarankirina trafoyan li hindek taxên bajar elektirîk tune ye.