'Veger li dema beriya 12'ê Cotmehê çênebe, krîza li Başûr çareser nabe'
Berdevkê Tevgera Goran Hecî got, "Heta ku veger li dema beriya 12'ê Cotmehê çênebe, wê krîza li Başûr çareser nebe."
Berdevkê Tevgera Goran Hecî got, "Heta ku veger li dema beriya 12'ê Cotmehê çênebe, wê krîza li Başûr çareser nebe."
Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî der barê krîza li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Hecî ragihand, ku weke partî ji destpêkê ve ew alîgirê çareseriya bi diyalogê ne û got, "Heta ku veger li atmosfera siyasî ya beriya 12'ê Cotmehê neyê kirin, wê pirsgirêkên krîza siyasî çareser nebin."
'DIVÊ HIKÛMET Û PARLAMENT BÊN XEBITANDIN'
Berdevkê Goran da xuyakirin, ku ji bilî rêyên diyalogê rêyeke din a çareseriya pirsgirêkan nîne û got, "Weke tevgera Goran her tim em alîgirê çareseriyapirsgirêkan a bi nîqaş û diyalogê ne. Lê belê heta ku veger li pêvajoya beriya 12'ê Cotmehê neyê kirin, parlament û hikûmet venegere ser karê xwe, pirsgirêk çareser nabin."
'PÊVAJO GIRÎNG E, DIVÊ KURD BIBIN YEK'
Hecî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir, ku di rewşeke bi vî rengî de divê Kurd yek bin û xwedî yek stratejiyê bin. Hecî got, "Herêma me, bi taybetî jî Kurdistan di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Pêwîste Kurd ji her demê bêhtir di nava xwe de yek bin."