Deriyê Sînor ê Xabûrê ji wesayîtên tîcarî re vebû
Deriyê Sînor ê Xabûrê yê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, bi awayekî qismî ji wesayîtên bazirganiyê re vebû.
Deriyê Sînor ê Xabûrê yê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, bi awayekî qismî ji wesayîtên bazirganiyê re vebû.
Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, Deriyê Sînor ê Xabûrê yê di 14'ê Kanûnê de di çarçoveya êrîşên qirkirinê de hatibû girtin, bi awayekî qismî ji derbasbûna wesayîtên bazirganiyê re hatiye vekirin.
Ji ber girtina deriyê sînor, li her du aliyên sînor zêdeyî 10 hezar wesayît û rêwî asê mabûn.
Ajokarên ku piraniya wan ji bajarên Kurdistanê ne, ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê gelek caran meş lidar xistibûn û rastî êrîşa asayîşa PDK'ê hatibûn.