Çalakiyên li Ewropayê didomin
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyan û xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê, dewam dikin.

MARSÎLYA: Li bajarê Fransa Marsîlyayê, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan û Navenda Civaka Demokratîk ve hat protestokirin. Bi armancê ji duh ve çalakiyan destpêkirin û li Meydana Vîeûx Portê standa agahdarkirinê hat vekirin. Wê roja Çarşemê jî saet di 14:00 de li Meydana Canabîere meşeke girseyî bê lidarxistin. Roja Pêncşemê wê dîsa stand bê vekrin û êvara Înê li meydana Vîeûx Portê mîtîngek saet di 18:00 de pêk were. Komîteya amadekar banga beşdariyê kir.
STRASBOÛRG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê, jinên endamên TJK-E li Place Kleber konê agahdarkirinê vedan. Li bajêr, bi armanca şermezarkirina êrîşên AKP'ê, tevahiya rojê belavok hatin belavkirin.
HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî, li ber gara tenê çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin.