Ahmet Turk nûçeya Starê derewand
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nûçeya rojnameya Starê ya têkîldarî wî derewand.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nûçeya rojnameya Starê ya têkîldarî wî derewand.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nûçeya rojnameya Starê ya ‘Ahmet Turk û Sirri Sakik resta xendekan kişandin PKK’ê’ derewand.
Di tekzîpa têkîldarî mijarê de wiha hat gotin: “…daxuyanî û nûçeyên tê îdîakirin ku aîdî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk e, yek hevoka wê jî ne rast e, bi temamî xwe derveyî rasyiyê ye.”
‘DI NAV PARTIYA ME DE NÊRÎNÊN DIJBER TINEYE’
Turk wiha got: “Em dizanin ku armanca vê nûçeyê ji bo moralê gelê me xerakirin e. Di pêvajoya Elmanyaya Hîtler de çawa Goebbles ji bo moralê gel xera bike û têkoşînê qut bike propaganda meşandibû, îro bi heman şêwazî desthilatdariya niha jî bi medyaya alîgir dimeşîne. Hewl didin nêrînek wek di nav partiya me de nêrînên dijber hene ava bikin. Ji roja me dest bi siyasetê kir heta niha jî me perspektîfên gelê xwe û partiya xwe esas wergirtine. Di vê mijarê de me li cem têkoşîna gelê xwe cih girt. Ji bo em karibin bi gelê xwe re pêşeroja xwe ya demokratîk diyar bikin, em ê xebat û siyaseta xwe bi bîryardarî bimeşînin.