Gel ji bo wergirtina cenazeyan li ber xwe dide

Gelê Şirnexê ji bo rakirina cenazeyên duh bi şev li taxa Dîcleyê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, li ber xwe dide.

Gelê Şirnexê ji bo rakirina cenazeyên duh bi şev li taxa Dîcleyê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, li ber xwe dide.

Di êrîşa duh bi şev a polîsên Tirk de, ku rastî berxwedana xweparastinê hat, 2 kesên navê wan nehat hînbûn li nêzî avahiya Midûriyeta Daristanan bi guleyên ji maşînên zirxî yên Kobra hatin reşandin, jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên dewleta Tirk ji duh bi şev û vir ve nahêlin ti kes xwe nêzî cenazeyan bikin. Bi berbanga sibehê re ji hemû taxên Şirnexê bi hezaran kes herikîn kolanan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" dest bi meşê kirin. Girseya ji hêzên dewletê xwest, ku cenazeyan radestî wan bikin.

Lê belê hêzên dewleta Tirk êrîşî girseya gel a dixwest cenazeyan rake, kirin. Ji ber êrîşan gel xwe vekişand nava kolanan û niha ji nû ve dest bi meşê kiriye. Polîsên Tirk careke din bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî gel kirin.

Berxwedana gel a ji bo rakirina cenazeyan dewam dike.