Silopiya ev 23 roj in li dijî tank û topên dewletê li ber xwe dide
Li Silopiyayê, ku êrîş û dorpêçî di roja 23. de ye, danê vê sibehê li hemberî sê taxan êrîşên giran destpê kirin. Berxwedana gel û YPS'ê jî dewam dike.
Li Silopiyayê, ku êrîş û dorpêçî di roja 23. de ye, danê vê sibehê li hemberî sê taxan êrîşên giran destpê kirin. Berxwedana gel û YPS'ê jî dewam dike.
Li Silopiyayê, ku êrîş û dorpêçî di roja 23. de ye, danê vê sibehê li hemberî sê taxan êrîşên giran destpê kirin. Berxwedana gel û YPS'ê jî dewam dike. Piştî topbarana ji tankan, bi çekên giran ji maşînên zirxî gule li taxên Şehîd Harûn, Yenîşehîr û Barbarosê hatin reşandin.
Hêzên dewleta Tirk bi dehan kes ji hin malên li taxa Şehîd Harûn derxistin û bi darê zorê ew li Salona Sporê ya Yenîşehîrê ku weke kampa komkirinê bi kar tînin, civandin. Hat ragihandin, ku welatiyên li vê derê tên ragirtin, nasnameyên wan tên kontrolkirin û beşek ji wan sirgûnî derveyî navçeyê tên kirin. Beşek ji wan jî di bin navê 'gumana maqûl' de hatin binçavkirin.
Ji roja destpêkirina êrîşan ve bi dehan kes hatine binçavkirin û nayê zanîn ku ew bi ku ve birine.
Li hemberî êrîşên bi çekên giran, berxwedana gel jî dewam dike. Ji taxan, bersiveke tund ji hêzên dewletê re tê dayîn.
Yekîneyên Parastina Sivîl û gel nahêlin ku hêzên dewleta Tirk bikevin nava taxên şer lê giran e.