ÎHD ji bo cenazeyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dide

Greva birçîbûnê ya malbatên dixwazin cenazeyên zarokên wan ên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin radestî wan bê kirin, di roja 4. de ye. ÎHD'ê ragihand, ku ji bo wergirtina cenazeyan ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.

Greva birçîbûnê ya malbatên dixwazin cenazeyên zarokên wan ên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin radestî wan bê kirin, di roja 4. de ye. Malbatan ji Erdogan re gotin, "Cenazeyên me hînê li erdê ne, gelo tu ji xwe fedî nake ku diçe Hecê." . ÎHD'ê jî ragihand, ku ji bo wergirtina cenazeyan ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.

Li navçeya Amed Sûrê, ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û rastî êrîşên giran tê kirin, drama mirovahiyê lê heye. Hêzên dewletê bi şev û roj, bi bombe û çekên giran mirovan qetil dikin û nahêlin mirov cenazeyên xwe jî rakin. Malbatên dixwazin cenazeyên zarokên wan ên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin radestî wan bê kirin, ev 4 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Malbat ji ANF'ê re axivîn û diyar kir ku eger ew bi vî rengî encamekê bi dest nexin, ew ê dest bi rojiya mirinê bikin.

'TAXA XWE NETERIKAND'

Xwişka Mesût Sevîktek ê 24 salî Guler Sevîktek êşa xwe bi gotina, 'êdî rondik di çavên min de neman ku bibarînim'. Sevîktek da xuyakirin ku ew berî mehekê neçar man mala xwe ya li Taxa Hasirli biterikînin, lê belê birayê wê Mesût ê li firinê dixebitî, ji ber zilma li gel dihat kirin nexwestiye taxê biterikîne û di 23'ê Kanûnê de ji aliyê dewletê ve ahtiye qetilkirin. Sevîktek got, "Ev 14 roj in cenazeyê me li erdê ye."

Sevîktek diyar kir ku heta cenazeyê xwe rakin ew ê têkoşîna xwe bidomîne, eger bi vî rengî encamê negirin, ew ê bikevin rojiya mirinê û got, "Di vê zivistanê de, ku cenazeyê me li erdê ye, em nikarin bi rehetî bijîn, bi rehetî nefesê bigirin."

CENAZEYÊ LI KU YE?

Ciwanekî din ê ku cenazeyê wî radestî malbatê nayê kirin Îsa Oran ê 21 salî ye. Oran ê ku li Zanîngeha Dokûz Eylul a Îzmîrê dixwend, li ber zilma dewletê ya li Sûrê îdare nekir û ji bo piştgiriyê bide gelê xwe, hat Sûrê. Oran bi Mesût re di heman rojê de li heman taxê hat qetilkirin. Malbata Oran anî ziman ku ew ji televîzyonê hîn bûne ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, lewma ji Stenbolê hatiye Amedê, lê belê tevî ku du hefte derbas bûye jî cenaze ji wan re nayê dayîn. Malbata Oran diyar kir ku rayedarên dewletê der barê cihê cenaze de agahiyeke zelal nade wan û got, "Bi zelalî neaxivin. Lê tiştekî zelal heye ew jî; cenaze di destê dewletê de ye."

'TU JI XWE FEDÎ NAKE KU DIÇE HECÊ?'

Malbatê ragihand ku ev zilma li cenazeyan tê kirin, li ti exlaq û olê nayê û nerazîbûn nîşanî Erdogan da: "Serokkomar ji xwe fedî nake û diçe Hecê. cenazeyên me li erdê ne, Erdogan jî bêyî li ber xwe bikeve diçe hecê."

'XUYA YE EW KINCÊ SPÎ YÊ LI HECÊ LI XWE KIRIYE, KEFENÊ RAMAZAN E'

Ciwanekî din ê cenazeyê wî nayê dayîn Ramazan Ogut ê 16 salî ye. Malbat hewl dide cenazeyê kurê xwe yê di 31'ê Kanûnê de hat qetilkirin werbigire. Dayika Elîf Ogut bi wêneyê kurê xwe yê di hembêzê de dibêje, "Kurê min, bila yên din nemirin". Dayika Elîf jî nerazîbûn nîşanî Erdogan da û got, "Xuya ye ew kincê spî yê li Hecê li xwe kiriye, kefenê Ramazanê min e."

SERLÊDANA LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN

Rêveberê ÎHD Şaxê Amedê parêzer Abdullah Zeytîn jî diyar kir ku ji bo radestkirina cenazeyan ew ê îro serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Zeytîn ragihand ku ya îro diqewime sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwest, ti kes li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne.

...