Li Qamişloyê merasîma dilsoziya bi şervanên azadiyê re
Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG/YPJ'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke dilsoziyê hat lidarxistin.
Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG/YPJ'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke dilsoziyê hat lidarxistin.
Bi sedan welatiyên Qamişlo bi armanca ku beşdarî merasîmên bîranîna cangoriyan bibin li goristana Delîl Saroxan a li Taxa Enteriyê kom bûn. Welatiyên ku hatin goristanê wêneyên têkoşeran û alên YPG/YPJ’ê hilgirtibûn. Di merasîmê de her wiha Saziya Malbatên Şehîdan, Şaredariyên gel ên bajarê Qamişlo, Saziyên Civaka Sivîl û malbatên têkoşeran amade bûn.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen axivî. Hesen di axaftina xwe de ji malbatên têkoşeran û tevahiya gelê kurd re, sersaxî xwest û got ku bi saya berxwedana van têkoşeran, destketiyên mezin li tevahiya Kurdistanê hatin bidestxistin û got: "Azadî û jiyana bi rûmet bi dayîna bedelan tên bidestxistin. Şehîdan jî erka xwefedakirinê dane ser milê xwe. Di oxira bidestxistina jiyana azad a gelê xwe de, têkoşîn kirin û şehîd bûn."
Hesen di axaftina xwe de diyar kir ku piştî avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku tê de hemû pêkhateyan dest daye hev û li dijî dijîminê mirovahiyê şer dikin, gelek destketî hatin bidestxistin.
Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyan û malbatên têkoşeran kir ku li dora hêzên HSD’ê kom bibin û destek bidinê.
Merasîm bi duruşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re bi dawî bû.