Dewleta Tirk li Silopiyayê 4 kesên din qetil kir

Li Silopiyayê, ku êrîşên giran li ser heye, 4 cenazeyên din anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Hat ragihandin, ku cenaze yên welatiyên duh êvarê li Taxa Karşiyakayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin e.

Li gorî agahiyan bûyer duh danê êvarê li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiyayê qewimî. Duh êvarê hêzên dewleta Tirk li dijî taxê êrîş dan destpêkirin û bi saetan wesayîtên zirxî tax gulebaran kirin. Di êrîşa ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan gelek welatî jî hatin birîndarkirin. Cenazeyên her çar welatiyan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu, Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Aycan Azma yên ku xwestin ji taxa Ofîsê biçin nexweşxaneyê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin rawestandin. 

Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu anî ziman ku di çarçoveya agahiya ku ji wan re hatiye de xwestine biçin nexweşxaneyê lê pêşiya wan ji aliyê bi sedan leşker û wesayîtên zirxî ve hatiye girtin. Encu anî ziman ku ji nexweşxaneyê re 100 metre bimîne hatine dorpêçkirin û wiha berdewam kir: "Em ji bo ku bi birîndaran re eleqadar bibin û der barê nasanmeya kesên hatine qetilkirin de agahî bigirin diçin. Niha li Sîlopiyayê ev 23 roj in polîtîkaya bêîradekirinê tê meşandin. Çûyîna me ya nexweşxaneyê tê astegnkirin. Em hatine dorpêçkirin. Em nizanin bi astengkirina parlamenteran ve dixwazin çi veşêrin."