Parlamenterê Tevgera Goran Adil Azîz êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand. Azîz got, "Ya ku AKP dike bi temamî dîktatorî ye. Weke Tevgera Goran em van polîtîkayên qetlîamê yên li hemberî Kurdan bi nefret şermezar dikin. Li Bakurê Kurdistanê ji bo mafên herî xwezayî têkoşîn tê meşandin û ev têkoşîn ya herî xwezayî û rewa ye."
Adil Azîz diyar kir ku mafê kesî nîne ji Kurdan re bêje ku divê çi mafî bixwaze û destnîşan kir, ku çi sexwebûn, çi federalîzm, çi jî xweserî gelê Kurd wê bi xwe biryara xwe bide. Azîz ragihand ku pirsgirêka Kurd bi bersivdayîna li daxwazên Kurdan re dikare bê çareserkirin û got, "Ji xwe dewleta Tirk li Kurdistanê hêzeke dagirker e. Lewma mafê xwe nîne ku li ser daxwaz û statuya Kurdan biryarê bide. Ji ber vê yekê divê têkoşîn û berxwedana li Bakur di asta herî bilind de were destekkirin û mirov l hemberî polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk derkevin."
ENFAL LI BAKUR DEWAM DIKE
Azîz da xuyakirin ku Enfal a Saddam Huseyîn li hemberî Kurdan kir, îro li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve tê meşandin û got, "Di navbera pêkanînên li Bakurê Kurdistanê û Enfala Saddam li hemberî Kurdan kir de, ti cudahî nîne. Bi tenê di demên cuda de li parçeyên cuda yên Kurdistanê hatine kirin, tê kirin. Saddam bi bomberdûmanê re sivîl qetil dikir, dewleta Tirk jî îro heman tiştî dike. Ev yek dewamkirina Enfala li hemberî Kurdan e. Di demên bihurî de li Başûrê Kurdistanê Enfal hat kirin, di demek nêz de li Rojava hat kirin, niha jî li Bakurê Kurdistanê tê kirin. Zîhniyet û pêkanîn yek e. Ya tê kirin qetilkirina Kurdan, sirgûnkirin e. Lewma di navbera van pêkanînan de ti cudahî nîne. Hem şêweyê pêkanînê hem jî amûrên wê yek in."
PÊWÎSTE PARLAMENTA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI MIJARA BAKUR BI LEZGÎNÎ BICIVE
Azîz da zanîn ku li hemberî Enfala li Bakurê Kurdistanê tê kirin, divê her hêzeke Kurd a xwedî hesta welatparêziyê li dij derkevin û got, "Divê her kes li cihê lê ye, çi ji dest tê ji bo piştgiriya bi têkoşîna gelê Bakur re bike."
Adil Azîz got, "Gelê Başûrê Kurdistanê, eger pêwîstî pê hebe desteka madî, pêwîstî pê hebe dakeve kolanan û piştgiriya xwe nîşan bide" û bang li rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskaran kir ku bi awayekî bi bandor nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Azîz bang li Parlamenta Başûrê Kurdistanê jî kir ku bi lezgînî li ser mijara Bakurê Kurdistanê bicive û got, "Parlamenta Başûrê Kurdistanê jî mixabin li pêşberî komkujiya li bakur bêdeng e. Ji 12'ê Cotmehê û vir ve destûr nayê dayîn ku serokê parlamentê bikeve nava parlamentê. Halbûkî did ema komkujiya li Kobanê de biryara şandina pêşmergeyan ji Kobanê re, biryara parlamentê bû. Ev yek ji bo berxwedana Kurdan gelekî hêja bû. Lê mixabin niha li pêşberî berxwedana li bakur bêdengiyek heye. Halbûkî diviyabû Parlamenta Başûrê Kurdistanê li ser vê mijarê civîneke taybet û lezgîn lidar bixista. Divê rewşa li Bakur bixe rojeva xwe û li ser rêyên alîkariyê raweste."
Azîz bal kişand ser hebûna artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku ev yek dagirkirina Kurdistanê ye. Azîz got, "Kurd hemû bi hev re tevbigerin, hingî dikarin pêşî li vê komkujiyê bigire.