Bîrlîk: Gel bi biryar e ji bo cenazeyên xwe rake
Hêzên taybet ên qesrê, li taxa Dîcle ya Şirnexê du kes qetil kirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk got, "Gel wê cenazeyên xwe li erdê nehêle, bi biryar e cenazeyên xwe rake."
Hêzên taybet ên qesrê, li taxa Dîcle ya Şirnexê du kes qetil kirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk got, "Gel wê cenazeyên xwe li erdê nehêle, bi biryar e cenazeyên xwe rake."
Terora dewleta Tirk û berxwedana gel a li dijî tank û topên dewletê di roja 23. de li Cizîr û Sİlopiyayê dewam dike. Hêzên taybet ên qesrê, duh êvarê êrîşî taxa Dîcle ya li navenda Şirnexê kirin.
Polîsên ku bi maşînên zirxî dor li taxê girtin, gule li nava taxê reşandin. Hêzên xweparastinê jî bersiv dan êrîşê. Di êrîşa çekdarên dewleta Tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên her du kesann, ji ber êrîş giran e, nikarin bên rakirin. Nasnameya wan jî hînê zelal nebûye.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a li navçeyê ye diyar kir, ku ji duh êvarê ve gelê Şirnexê ji bo Silopiya û Cizîrê li ser piyan e û got, "Çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin. Di vê kêliyê de agahî hat ku li taxa Dîcleyê 2 ciwan hatine qetilkirin." Bîrlîk diyar kir ku hemû hewldanên wan ên ji bo rakirina cenazeyan bê encam mane.
Bîrlîk hovîtiya li Haci Lokman Bîrlîk ê piştî qetilkirinê li pişt maşîna zirxî hat girêdan û bi erdê re hat kaşkirin bibîr xist û got, "Ez jinbira Haci me. Bi bûyera qetilkirina wî dizanim. Eger li vê derê fîçekek bi tenê biteqe, wê haya hemû yekîneyên emniyetê jê çêbibe. Dema ji me re hat argihandin ku du kes mirin e yan jî dibe ku birîndar bûbin, me ji rayedaren emniyetê re gotin, lê demeke dirêj ev red kirin."
Bîrlîk got, "Eger her du kes di dema agahî ji me re hat dayîn de birîndar bû, hingî ji ber jêçûna xwînê dibe ku jiyana xwe ji dest da bin" û anî ziman, ku dewlet dixwaze hinekî din canê gel bişewitîne. Bîrlîk got, "Bi vî rengî ew ê nikaribin bawerî û berxwedêriya gel bişikînin. Ez beriya kêliyekê li taxa Dîcle bûm. Gel li ser piyan e. Ji duh bi şev û vir ve ji bo rakirina cenazeyên xwe li ser piyan e. Hewl dide xwe bigihîne cihê bedena her du mirovên jiyana xwe ji dest dane, lê ne. Çiqasî nêz dibe, polîs êrîş dikin û gel neçar dimîne xwe vekişîne. Lê gel bi biryar e. Wê cenazeyan li erdê nehêle."