Amed ji bo Sûrê di çalakiyê de ye
Amediyan ji bo şermezarkirina dorpêç û qedexeya li dijî navçeya Sûrê di pêşengiya DBP û HDP'ê li navçeyên Yenîşehîr, Peyas û Farqînê çalakî li dar xistin.
Amediyan ji bo şermezarkirina dorpêç û qedexeya li dijî navçeya Sûrê di pêşengiya DBP û HDP'ê li navçeyên Yenîşehîr, Peyas û Farqînê çalakî li dar xistin.
Amediyan ji bo şermezarkirina dorpêç û qedexeya li dijî navçeya Sûrê di pêşengiya DBP û HDP'ê li navçeyên Yenîşehîr, Peyas û Farqînê çalakî li dar xistin.
YENÎŞEHÎR
Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi sedan kes li ber avahiya AZC Plaza ya li semta Ofîsê kom bûn û dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" "Em ê li ber xwe bidin, bi ser kevin" berz kirin. Welatiyên ku xwestin ji AZC Plazayê heta PArka Koşuyolu çalakî li dar bixin ji ber ku polîsan asteng kirin 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn . Piştî çalakiya rûniştinê Hevserokê DBP'ê yê Yenîşehîrê Murat Ondeş axivî û ji bo meşa girseyî ya ku sibehê dê bê definkirin bangawazî kir.
PEYAS
Li navçeya Peyasê welatiyên ku li Parka Rojava hatin cem hev bi dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" "Bijî berxwedana YPS'ê" ber bi Qaymeqamiya Peyasê ve dest bi meşê kirin. Polîsan pêşiya girseyê girtin û êrîşî gel kirin. Piştî êrîşa polîsan gel careke din li Parka Rojava kom bûn û ber bi Meclîsa Taxa Medya ve meşiyan. Welatiyan di meşê de cadela Dîclekentê li trafîkê re girtin û dirûşma "Amed ranezê xwedî li rûmeka xwe derkeve" berz kirin. Welatiyên ku derketin şaneşînên malên xwe jî bi tîlîlî û çepikan piştgirî dan çalakiyê.
Li ber Meclîsa Taxa Medya, Hevserokê DBP'ê yê Peyasê Ramazan Şîmşek axivî û got ku êrîşên li dijî Sûrê zêde bûne. Şîmşek got ku dê heta dawî berxwedan bidome.
Girse bi çepik û tîlîliyan ve bi dawî bû.
FARQÎN
Li navçeya Farqînê jî bi meş û daxuyaniyê êrîşa li dijî Sûrê hate şermezarkirin. Welatiyên ku li ber avahiya DBP'ê kom bûn ligel berfê ber bi avahiya hiqûmetê ya cadeya Gaziyê meşiyan. Piştî meşa ku di bin dorpêça polîsan hate kirin de Hevseroka HDP'ê yê Farqînê Hulya Bîçen axivî û gok mu ew qatlîamên li Cizîr, Sîlopî û Sûrê şermezar dikin. Bîçen banga xwedîlêderketina Sûr, Cizîr û Sîlopiyê kir.
Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.