Li Hambûrgê qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin

Kurdistaniyên li Hambûrgê êrîşên qirker ên rejîma AKP’ê protesto kirin.

Kurdistaniyên li Hambûrgê êrîşên qirker ên rejîma AKP’ê protesto kirin.

Girseya saet 17.00’an li Hachmannplatzê hatin cem hev, pankar vekirin û dirûşm berz kirin. Çalakvanên piştî danezan xwendin hewl dan bikevin meşê ji aliyê polîsan hatin sekinandin. Piştî hevdîtina Parlamenterên Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Martîn Dozer a bi polîsan re meşê destpê kir, jinan wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin rakirin. Çalakvanan bi çalakiya rûniştinê ve rêya di derketina Monckebergstrasse ji trafîkê re girtin, heta Jûngfernstîegê meşiyan.

Di axaftinan de daxwaz hat kirin ku hikûmeta Elmanya li dijî rejîma faşîst a desthilatiya Erdogan xwedî helwest be û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin. 

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna meşa roja Şemiyê ya li Parîsê hat kirin. Otobusên li herêma Hambûrgê wê saet 21.00’an ji Winsenê, 22.00’an jî ji ZOB’ê bikevin tevgerê.

...