Raporên Otopsiyê: Bi gulebaranê hatin qetilkirin

Raporên otopsiyê yên 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Sevê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Ûyar û ciwanekî navê wî nehate zelalkirin hat aşkerakirin.

Raporên otopsiyê yên 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Endama Meclîsa DBP’ê Sevê Demîr, Aktîvîsta KJA’yê Fatma Ûyar, Hevseroka Meclîsa Silopiyayê Pakîze Ûyar û ciwanekî navê wî nehate zelalkirin hat amadekirin. Di raporan de hat diyarkirin ku di laşê her 4 kesan de jî gelek dendikên guleyên çekan hene. Ji bo Ûyar di raporê de dibêje “ji mesafeya dûr” bûye hedef, ji bo Demîr a li heman cihî bû hedef jî hêjaye gotinê ye ku dibêje mesafeya guleavêtinê nikare bê tespîtkirin.

Di rapora otopsiyê ya têkîldarî sedema mirina Sevê Demîr de; Hestiyê serê Demîr hatiye parçekirin û di laşê wê de 11 lib 5x3cm, 2x1.5 cm û 2x1 cm ketinê guleyên çekan hatiye dîtin. Di raporê de wiha hat gotin: “Pêşiya serê wê û enî parçe bûye, hestiyê pozê wê û çermê li ser ji nîvekê bûye du parçe, valatiya di serî de û kaîdeya serê wê hatiye halekî tê dîtin.”
Di raporê de di cenazeyê Sevê Demîr de tê ragihandin ku 11 lib ketina dendikên guleyên çekan heye, wiha tê gotin: “Ji ber di çermê bi por ê serî, di hestiyên serî de windahiyên parçeyan heye bê birîndarkirin ji dendika guleya çekan an jî ji muhîmata teqînê pêk hatiye cudahiya wê nayê kirin.” Her wiha di raporê de wiha hat gotin: “Ji ber gule li cihê bi cil ketiye, ji bo tespîta mesafeyê divê cil ji aliyê gule ji hatine bê lêkolînkirin, ji ber birîndariya serî ji ber windahiya parçeyên zêde hene, nirxandina aliyê guleyan nehatiye kirin û ji ber vê jî têkîldarî mesafeya avêtinê tê nirxandin pêk nehatiye.”

Di rapora otopsiya Fatma Ûyar de têkîldarî hejmara guleyên li bedena Ûyar ketiye ti tiştek nehat dayîn. Di raporê de wiha hat gotin: “Di cesed de gelek ketin û derketinên guleyên çekan hene, ji ber traje di hundirê laş de tevlîhev bûne, ketin û derketina guleyan bi awayekî zelal nehatiye kirin, ji cesed 3 lib dendikên çekan, parçeyekî gomlek û 2 parçeyên metal hatin bidestxistin.” Di rapora Ûyar de hat destnîşankirin ku guleyên li serê Ûyar ketiye, “ji mesafeyek dûr hatine avêtin, ji bo zelalkirina mesafeya parçeyên din ên li beşên din ên laş ketine jî divê ji aliyê avêtina parçeyan bên lêkolînkirin.” Di rapora Ûyar de sedema mirinê jî wiha hat gotin: “Birîndarbûna ji ber gelek dendikên guleyên çekan.”

Di cesedê Pakîze Nayir de jî hat gotin ku “hat tespîtkirin ku 5 lib dendikên guleyên çekan ên di asta kuştinê de lê ketine”, hate destnîşankirin ku guleyên din ên li bedena Nayir ketine “ne di asta kuştinê de ye”.

Di rapora kesê navê wî nehate diyarkirin de jî hat îfadekirin ku di laş de 8 dendikên guleyên çekan hatiye dîtin. Di raporê de her wiha ev agahî hat dayîn: “Ji cesed 3 lib parçeyê metalîk ê di asta pêş de xwedî deformekirinê hat bidestxistin.”