BI DÎMEN

'Berxwedana Bakurê Kurdistanê berxwedana rûmetê ye'

Hêzên xweparastinê yên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) destnîşankirin, ku berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê berxwedana şeref û rûmetê ye û piştgirî dan berxwedêran.

Berxwedanî û ruhê ku li Bakurê Kurdistanê ji bo xwerêveberiyan her diçe bi hêztir dewam dike. Navçeyên ku xwerêveberiyên xwe îlan kirine li hember tevahî zilm û hovitiya dewleta Tirk û Erdoan bê navber li ber xwe didin û tevî hemû şert û mercan têdikoşin. Li ser vê bingehê jî hêzên xweparastinê yên wargeha Şehîd Rustem Cudî berxwedana Bakurê Kurdistanê ji bo xwerêveberiyan berxwedaniya rûmet û şerefê bi nav kirin. Ji bo vê dan diyar kirin ku ew wek hêzên xweparastinê amade ne di her kêliyê de gel û nirxên xwe biparêzin.

XWE JI BÎR KIRIN BÊRÛMETÎ YE

Şakîr Bilehî yê ku cihê xwe di nava xweparstinê de digire ji bo berxwedana Bakur wiha axivî; "Em ji bîr nekin ku Qurana pîroz li ser exlaq hatiye ava kirin. Exlaq ew e ku mirov li hember hev rêz bigirin, li hember zaliman serî ne tewîne û li ber xwe bide.  Tiştên ku di Bakurê Kurdistanê de tê meşandin ji derveyê Misilmantiyê ye. Ez ji tevahî kesên ku ji xwe re dibêjin misilman û rojê pênc rekat nimêj dikin pirs dikim; hûn dibêjin zilm li ku derê be pêwîste ez li hember wê derbikevim. Gelo ew dayika heftê salî ya di kolanên Silopiyayê de bi rêya çeteyên Erdogan hate kuştin, ew pitikên ku hêja çavên xwe ji cîhanê re venekirine tê kuştin û hwd. di nava ewqasî zilm de hûn çawa dikarin bibêjin em xwedî wijdanin û em ji bo xwedayê xwe îbadet dikin." 

Şakîr Bilehî di dawiya gotinên xwe de dibêje, "Welatê me dayika me ye, zimanê me dayika me ye îro li hemberî dayika me destdirêjî tê kirin ker ku em li hember vê serî ranekin û li ber xwe nedin ew dem îbadeta me jî ne raste. Pêwîste êdî gelê Kurd li benda ti kesê ne mîne ku wê alîkarî bide me, wê ji me re aramiyê bîne. Ev nêrîn xwe xapandine û rastiya ku tê jiyîn ne dîtine. Ya girîng ew e ku em zilma ku ji dîrokê heya roja me ya îro li ser gelê Kurd tê maşandin ji bîr nekin. Ji xwe ji bîr kirin bê rûmetî ye. Tevahî hêvî û baweriya min ew e ku gelê me yê Bakurê Kurdistanê hev bigirin û tevahî gelê Kurd dem dema hevgirtin û xwedî hev derketinê ye." 

'EGER EM NEBIN Ê XWE, TI KES DAYIKA ME NAPARÊZE'

Selîm Nêrwehî jî diyar kir ku berê digotin çar kes ji bo Kurdayetiye derketine lê tiştek nîne em ê wan xilas bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê belê niha ew çar kes bûye milyon û weke pêlên deryayê mezin dibin. Ez bi xwe mirovek şanoger bûm. Me skecek amade kiribû. Di wê de digot eger BKC ne şixule BBC nabêje. Bi rastî jî bila her kes baş bizane eger em nebin hêz, yekîtiya xwe, rêxistinbûyîna xwe ava nekin, hêzên parastina xwe ya cewherî ava nekin kes ne welatê me, ne şehîdgehên me, kes zimanê me nade me, çanda me naparêze û dayika me naparêze. Eger em vane nekin em êdî xwe nabînin em ê winda bibin yek bi yek. Ez bang li tevahî çeteyên ku xwîna dayikên xwe dimijin dikim, ji xwe pirs bikin û bibêjin ew pereyên ku hûn digrin yê çi ye? Baş bizanin ku ew pereyên hûn digirin ji zînayê xiraptire. Weke ku hûn laşê dayika xwe bixwin. Bila bizanin ew pere xwîna ew zarok, dayik û kalên ku tê kuştine. Lê baş bizanin wê sibe dora te jî were."

Selîm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; "Gelê Kurd ber bi serketinên gelek mezin ve diçe, em xwedî li vê serketinê derbikevin. Em ê êdî hev tenê nehêlin. Em pişt bidin pişta hev û hevdû hêz bikin. Heya niha me ti tiştek ji bo xwe ne kiriye lê dem ew dem e ku em ji bo xwe bikin û xwe rû sipî bikin. Em jî soz didin ku weke hêzên parastina cewherî yê Mexmûr çi ji me bê xwastin em pêkbînin. Ji bo namus û parastina gelê Kurd. Di bin rêbertiya Rêber APO de emê serketinê dest bêxin û nirxê xwe bi parêzin. Lê pêwîste tevahî gelê Kurd hişyariyek mezin parastina xwe pêşbêxe."

'DEM EW DEM E KU KURD BI XWE STATUYA XWE DIYAR BIKE'

Cuma Bilehî jî ji bo xwerêveberiyan got, "Pêwîste êdî gelê Kurd bi xwe çarenûsa xwe bike. Em êdî destûr nedin ku ti netew dewlet ji bo hebûna xwe ava bike û temenê xwe dirêj bike gelê Kurd tine bihesibîne û polîtîkayên îmha û tinekirinê li ser gelê Kurd bikar bîne. Em êdî nebin leystokên desthilatdaran. Em ji bîrnekin ku dewleta Tirk cardin dixwaze 'plana şark islahat' bixe rojevê. Di salên 1990’î de kuştinên kiryarên ne diyar dihatin kirin lê niha kuştinên kiryarê wan diyar û aşkere tê kirin heye. Bi rastî jî dem dema rûmet, şeref û bi namus jiyan kirinê ye." Cuma Bilehî anî ziman ku xwerêveberî mafê herî rewa ye û got, "xwerêveberî diyarkirina vîna û çarenûsa xwe, rêvebirina xwe bi xwe ye. Ev mijar ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Em ti tiştekê cuda naxwazin ev jî mafê me ye û em jî mafê xwe dixwazin."

Cuma di gotinên xwe de balkîşand li ser rewşa ku Dewleta Tirk tê de ye û got, "Hişmendiya ku xwe li ser îmha û tine hesibandina Kurdan ava dike tengav bûye, lewma ewqas êrîşan pêk tîne. Pêwîste her kes vê rastiyê bibîne." Bilehî destnîşan kir ku serketina Bakurê Kurdistanê serketina tevahiya gelê Kurdistanê ye û got, "em mil bidin hev û hêza xwe bikin yek. Ji îro pê de gav paşde avetin nîne em ê serketinê tacîdar bikin. Wê sala 2016 bibe sala serke tina gelê Kurd. Bangawaziya min ji bo gelê Serhedê ew e ku bi ruh û can beşdarê pêvajoyê bibin."

'WÊ ERDOGAN DI XWÎNA DIRIJÎNE DE BIFETISE'

Cindî Îbrahîm Mijînî jî ev nirxandin kir; "Em ji ber zilm û neheqtiya dewleta Tirk penaber bûn. Ez bi dil û can xwerêveberiyan silav dikim. Em tevahî jî baş dizanin ku ger em bi xwe xwe vîna xwe ava nekin û tiştek ji bo xwe ava nekin kes tiştek nade me. Rêber APO gelek ked da, da ku çareserî çê bibe û xwîn neyê rijandin. Lê mixabin her tim neyaran ev ji bo berjewendiyê xwe kar anî. Di heman demê de çawa dît ku wê bikeve vê carê jî serî polîtîkayên xwe yên xwînxwarinê kir. Lê wê Erdogan di xwîna ku dirijîne de bifetise. Pêwîste em weke gelê Kurd jî êdî xwe vegerin. Êdî dem ne ew deme ku mirov bêdeng bimîne û çavên xwe ji her tiştê re bigre. Em pergala xwe û jiyana xwe bi parêzin. Eger em neparêzin wê kes ne parêze."

Cindî Îbrahîm di dawiyê gotinên xwe de bangawazî li tevahî gelê Kurd bi taybetî jî gelê Botanê kir û got; "ez hêvîdikim ku mirovên xwedî şeref, rûmet û namus serî xwe rakin û ti carî li hember zilmê bêdeng nemînin. Bêdeng bûyîn bi vê zilmê re şîrik bûyîne. Ji bo vê jî em xwedî heqê xwe derbikevin. Em jî weke hêzên parastina cewherî yê Kampa Şehîd Rustem Cudî soz didin ku pêwîstiyê parastinê kîjan cihê hebe em amadene."

...