Li Nurnbergê Kurdistaniya çalakiya bêîtîatiya sivîl li dar xistin

Kurdistaniyên li Ewropa protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê didomînin. Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, Kurdistaniyan Stasyona Trenê ya Nurnbergê dagir kirin.

Kurdistaniyên li Ewropa protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê didomînin. Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, Kurdistaniyan Stasyona Trenê ya Nurnbergê dagir kirin, qetlîamên AKP’ê yên li Kurdistanê protesto kirin.

Çalakiya ji ber xwe pêş ket bi tevlîbûna gelek rêxistinên civaka sivîl û kesên serbixwe pêş ket. Nûnerên bi alên DÎDF, Dîe Lînke, AGÎF, ATÎF, SKB, Jinên Sosyalîst, Mala Gel tevlî çalakiyê bûn, bi axaftinan xîtabî girseyê kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku AKP’e bi konsepta xwe ya şer teslîmiyetê dispêre gelê Kurd, gelê Kurd û dostên wan ên ku vê ferzkirina li ser qebûl nakin jî berdêlê wê çi dibe bila bibe, AKP’ê qetilkirina wê daye ber çavên xwe.

Çalakî rastî eleqeyek mezin hat. Stasyon bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Piştevaniya Navneteweyî”, “Qatil Erdogan”, “Bijî Têkoşîna Hevpar”, “Bijî YPS”, “Bijî YPJ”, “Bijî HPG”, “Bijî Piştevaniya Gelan” ve lerizî.

...