Li Marsîlyayê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez Kurdistanî meş li dar xistin
Kurdistaniyan li Bajarê Malsîlya yê Fransayê ji bo 3 jinên Kurd ên li Parîse hatibûn qetilkirin meş li dar xistin.
Kurdistaniyan li Bajarê Malsîlya yê Fransayê ji bo 3 jinên Kurd ên li Parîse hatibûn qetilkirin meş li dar xistin.
Kurdistaniyan li Bajarê Malsîlya yê Fransayê ji bo 3 jinên Kurd ên li Parîse hatibûn qetilkirin meş li dar xistin. Di meşê de Kurdistaniyan balkişandin ser parastina failê qetlîamê û qirkirina li ser Kurdan.
Di meşa ku li Marsîlyayê ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Arîn Mîrxan hat lidarxistin de, bi sedan Kurd û dostên wan amade bûn. Kurdistanî ji Qada Canebiere heta peşiya Walîtiya Marsîlyayê meşiyan. Di meşê de weneyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin rakirin.
Jinên Kurd ji roja Duşemê û şûn de her roj wê li Qada Vieux port standa piştgiriyê vedikin. Stand,wê roja Înê li taxa Vieux Portê bi mîtîngekê bi dawî bibe.