Jinan li 4 bajarên Swîsreyê daxwaza edaletê kirin û nelet li qetlîamê barandin

Li gelek bajarên Swîsreyê jin daketin qadan daxwaza ‘Edaletê’ kirin, diyar kirin ku yên berpirsiyarên qetlîama Parîsê aşkera nakin, hevkarên hêzên dewleta Tirk a li Kurdistanê qetlîamên pêk tîne ye.

Li gelek bajarên Swîsreyê jin daketin qadan daxwaza ‘Edaletê’ kirin, diyar kirin ku yên berpirsiyarên qetlîama Parîsê aşkera nakin, hevkarên hêzên dewleta Tirk a li Kurdistanê qetlîamên pêk tîne ye.

Di 3. salvegera qetlîama 9’ê Çileya 2013’an de, jinên li Swîsreyê dijîn dîsa daketin qadan. Di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê li bajarên Lozan, Aaraû, Basel û Zurîh ên Swîsreyê jin daketin qadan, bi çalakiyên xwe daxwazên xwe yên ‘Edaletê’ ji bo qetlîama Parîsê carek din anîn ziman. Polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê portesto kirin.

ZÛRÎH

Li Zûrîhê jinên di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransayê kom bûn, nehestiyerbûna hikûmeta Fransa ya li hember qetlîama Parîsê hat protestokirin, li pêşiya Sefaretxaneyê belavokên hatin belavkirin.
Jinan têkildarî ronînekirina qetlîama Parîsê dirûşm qîr kirin, bal kişandin ser êrîş û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.

AARAÛ

Li Aaraûyê jinan di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de kom bûn û li ser rêya herî qerebalix bi daxwaza ronîkirina qetlîama Parîsê belavok belav kirin.

BASEL

Li Baselê gelek jinan di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî de li Qada Claraplatzê kom bûn, daxwaza ronîkirina qetlîama Parîsê dûbare kirin, tevî ev 3 sal derbas dibin jî hê berpirsiyarên qetlîamê nehatine aşkerakirin, ev rewş hat rexnekirin.

Jinan wêneyê her 3 jinên şoreşger hilgirtin û dirûşmeyên daxwaza edaletê tînin ziman qîr kirin û bal kişadin ser qetlîamên li Kurdistanê tên jiyîn.

LOZAN

Li Lozanê komek jin hatin gel hev, ji bo ronîkirina qetlîama Parîsê daketin qadan, diyar kirin ku qetlîamên li Kurdistanê tên kirin dewama qetlîama Parîsê ye. Jinan li ser rêya herî qelebalix a Lozanê ji bo ronîkirina qetlîamê belavok belav kirin, dosyayek ku qetlîama Parîsê û daxwazên wan tê de cih digirin pêşkêşî Parlementoya Kantona Lozanê kirin.