Ciwanên Kurd li pêşiya avahiya PE çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn bi armanca xwedîderketina li xwerêveberiyên Kurdistanê, li pêşiya avahiya PE ya Strasborûgê çalakî lidar xistin.

Îro komek ciwanên Kurd saet 14:00’an li pêşiya avahiya PE kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên PKK’ê, Ciwanên Azad rakirin û xwestin bikevin avahiyê. Di çalakiyê de polîsan ewlekariyek mezin girtibû, di navbera ciwanan û polîsan de alozî derket. Ciwanan êrîşa polîsan û êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li pêşiya avahiyê portesto kirin. Ciwanan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, li ser vê yekê polîsan cara duyem êrîşî ciwanan kir. Piştî êrîşa polîsan ciwanan rê li çûyin û hatinê girtin.
Tevî êrîşa polîsan jî rawestandina ciwanan a li pêşiya avahiyê hê jî didome.