Ciwanên Welatparêz têkildarî endamên wan ê bi nave Hêmin Hesen Reşîd ê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê hat binçavkirin daxuyani da û got: “Eger tiştek bi serê hevalê me were berpirsyar asayîşa PDK’ê ye.”
Ciwanên Welatparêz têkîldarî endamê Tevgera Ciwanên Welatparêz yê bi navê Hêmin Hesen Reşîd ê di 5’ê Çileyê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat binçavkirin, daxuyaniya day, diyar kir ku heta niha ti agahî jê negirtine. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Endamê me ji aliyê tîma bi navê Hogir Lûqman Wehap ve bi awayek kêfî hat girtin û eger tiştek bi serê hevalê me were berpirsyar asayîşa PDK’ê ye.” Tevgera Ciwanên Welatparêz da xuyakirin ku hevdîtina bi Reşîd re ji aliyê asayîşa PDK’ê ve bi awayekî kêfî tê astengkirin.
Tevgera Ciwanan Welatparêz nêzîkatiyên asayîşa PDK’ê şermezar kirin û wiha dewam kirin: “Em ji rewşa jiyana hevalê xwe bi fikar in. Asayîşa PDK’ê bi awayekî kêfî endamê me girtiye û rê nadin hevdîtinê em pêk bîninin. Em demildest dixwazin hevalê me were berdan. Eger asayîşa PDK’ê girtina hevalê me ji ber sedemên nediyar berdewam bike, em ê serî li çalakiyên cur bi cur bidin.”
