Li Ewropa dengê dirûşma ‘Qatilê zarokan Erdogan’ bilind bû
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, protestokirina AKP’ê û xwedîderketina li xwerêveberiyan didomîne.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, protestokirina AKP’ê û xwedîderketina li xwerêveberiyan didomîne.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, protestokirina AKP’ê û xwedîderketina li xwerêveberiyan didomîne. Di çalakiyên li Darmstadt, Dormûnd û Arnhema bang li raya giştî ya Ewropa kirin ku li hember êrîşên qirkirinê yên AKP’ê dengê xwe derbixin.
DORTMÛND
Li bajarê Dortmûnd ê Almanyayê, di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rozerîn û bi beşdariya DKTM’ê çalakî destpê kir. Girseyê, terora dewleta Tirk protesto kir û xwerêveberî silav kir, jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê û Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Di çalakiyê de Meclîsa Jinan a Rozerîn, Meclîsa Jinan a Fîdan a Hagen, DKTM a Mormûdê û jinên Koçber axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku li şûna em şîna jinên hatin qetilkirin bigirin, xwedî li têkoşîna wan derkevin.
Di çalakiyê de bang li raya giştî a cîhanê hat kirin ku bêdengbûna Ewropa û Elmanya ya li hember qetlîaman bertek hat nîşandan. Banga dengê xwe bilind bikin li welatên Ewropa hat kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “PKK Gel E, Gel Li Vir E” û “Bêdengbûna We Hevkarbûn E” qîr kirin.
Piştî çalakiyê nêzî 500 kesî HBF dagir kirin. Girseyê li vir çalakiya rûniştinê li dar xist.
ARNHEM
Kurdistaniyên li bajarê Arnhem ê Hollanda dijîn, ev 2 roj in di çalakiyan de ne. Girseya di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Civaka Demokratîk a Arnhem û Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz de kom bûn, di çalakiyê de Şaredarî û Parlementoya Eyaletê dagir kirin. Li vir dosyaya daxwaza xwerêvebeiyê a gelê Kurd pêşkêşî berpirsan kirin, xwestin ku li hember qetlîaman bêdeng nemînin.
Dîsa îro, li pêşiya avahiya Şaredariya Arnhemê qetlîama Parîs û Silopiyayê hat protestokirin. Di çalakiyê de soza xurtkirina têkoşîna jinan hat dayîn.