Topbarana li hemberî Sûrê dewam dike

Hêzên dewleta Tirk ên ku 37 roj in nikarin berxwedana li Sûrê bişikînin, bi berbanga sibehê re careke din dest bi topbaranê kirin.

Hêzên dewleta Tirk ên ku 37 roj in nikarin berxwedana li Sûrê bişikînin, bi berbanga sibehê re careke din dest bi topbaranê kirin.

Li navçeya Amed Sûrê, ku qedexeya derketina derve di roja 37. de ye, hêzên dewletê êrîşên xwe yên li hemberî gel didomînin. Polîs, leşker û tîmên tevgera taybet ên nikarin berxwedana li Sûrê bişikînin, top û bombeyan li taxan dibarînin. Duh êvarê, di navbera hêzên dewleta Tirk û Yekîneyên Parastina Sivîl de şer derket.

Bi berbanga sibehê re polîs, leşker û tîmên tevgera taybet ên tirk, top avêtin taxa Hasirli û derdora Mizgefta Kûrşûnlû.

Ji ber topbaranê hin xaniyan zerar dîtin û hin jî hilweşiyan.