Cenazeyê mele Hasan Sanir (75) ê 12 rojan li mala lê hat qetilkirin ji ber astengî û êrîşên dewlete hat ragirtin, duh hat rakirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexe. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku mele Hasan Sanir mîna hemû Silopiyayiyan, ji aliyê dewletê ve jî gelekî baş dihat naskirin.
Mele Hesen ê 75 salî, di tevahiya emrê xwe de mirovekî ji bo gelê Kurd têdikoiya û ji aliyê gelê navçeyê ve gelekî dihat hezkirin bû. Sanir ê ku rastî nîşanî bi hezaran Silopiyayiyan da, di heman demê de yek ji rûspiyên herêmê bû.
'MELE HESEN HER TIM DI HEDEFA DEWLETÊ DE BÛ'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu bibîr xist ku 24 roj in li Silopiyayê derketina derve qedexe ye û anî ziman ku di nava vê demê de 23 kes hatine qetilkirin. Encu diyar kir ku ew Sanir ê li mala xwe ji aliyê polîsên tîmên taybet ên dewletê ve hat qetilkirin baş nas dike û got, "Mele Hesek ji aliyê gelek Silopiyayê ve gelekî dihat hezkirin. Di gelek xebatan de, di gelek merasîmên şehîdan de em li hev rast hatin. Hêvî dida her kesî. Mîna hemû Silopiyayiyan, dewletê jî gelekî baş ew nas dikir. Lewma bi zanebûn ew qetil kirin. Her tim di hedefa dewletê de bû. Cenazeyê wî 12 rojan li mutbexa mala wî hat sekinandin. Tevî ku em bi gelek rayedaran re axivîn jî me ti bersiv negirtin. Mele Hesen tevahiya emrê xwe fedaî gelê xwe kir. Dewlet bi awayekî fermî îşkenceyê li cenazeyên me dike."
'MELE HESEN RASTÎ NÎŞANÎ BI HEZARAN KESÎ DA'
Encu ragihand ku wî di dema hilbijartinê de Mele Hesen nas kiriye û destnîşan kir, ku dilsoziya Mele Hesen a bi doza xwe re gelekî bandor li wî kiriye. Encu anî ziman ku Mele Hesen bi weazên xwe yên li serxweşî û gelek çalakiyan re rastî nîşanî bi hezaran mirovan daye û got, "Xwedî dilekî gelekî mezin bû. Her kesî jê hez dikir. Weke milyaketan bû. Silopiyayî ji min çêtir dizanin bê Mele Hesen bi çi rengî têkoşiya ye. Tiştek tinebû ku di oxira doza xwe de neke. Ji bo me windahiyekî gelekî mezin e. Ji ber polîtîkaya qetlîamê ya dewletê, ji nava me çû. Em ê jî têkoşîna wî, li cihê maye bidomînin. Heta ku li vê xakê azadî serdest be, em ê têbikoşin."
'YEK JI RÛSPIYÊN HERÊMÊ BÛ'
Ji şêniyên Taxa Cûdî hevrêyekî Mele Hesen Vahap Admiş jî da xuyakirin ku Mele Hesen kesayetekî gelekî kedkar bû û got, "Yek ji rûspiyên Silopiyayê û herêmê bû. Bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin bû. Di heman demê de alimekî mezin bû. Di gelek mijaran de agahiyên xwe hebû. Gelekî dilnizm û mirovekî welatparêz bû."