Hêzên dewleta Tirk tevahiya şevê bi tankan êrîşî Cizîrê kirin

Di roja 25. a terora dewleta Tirk de, ji bo hilweşandina taxên Cizîrê û koçberkirina gel bi zorê, dewleta Tirk tevahiya şevê bi tankan êrîş kir.

Di roja 25. a terora dewleta Tirk de, ji bo hilweşandina taxên Cizîrê û koçberkirina gel bi zorê, dewleta Tirk tevahiya şevê bi tankan êrîş kir. Topbarana ji tankan bi giranî i hemberî taxên Cûdî, Nûr û Yafesê hat kirin.

Her wiha ji maşînên zirxî jî gule li van taxan hatin reşandin. Ji ber vê gulereşandin ji maşînên zirxî li taxa Nûrê, ciwanekî astengdar Demhat Şerîfoglû ji lingê xwe birîndar bû.

Ji ber êrîşan, gel nikare ciwanê birîndar rake nexweşxaneyê. Li hemberî her şêwe êrîşan gelê Cizîrê cih û warên xwe naterikîne û li ber xwe dide.