Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ê sivîl li Bakurê Kurdistanê, binçavkirina rojnamevanan û astengkirina xebata ragihandinê şermezar kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Piştî hilbijartinn 1’ê Mijdara 2015’an ên li Tirkiyeyê, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê dest bi êrîşan kir. Bi hezaran leşker bi çekên giran bajar dorpêç kirin û bêyî cûdahî êrîşî zarok, jin û kal û pîran kirin.
Di demên dawiyê de hêzên Tirkiyeyê êrîşên xwe girantir kirin û dest bi topabarankirina bajaran kir. Rojnamevanên azad ku dixwazin van pêkanînan derxînin pêşberî raya gîştî jî digrin û êrîşî wan dikin. Herî dawiyê nûçegihana ajansa jinê JINHA Rojda Oguz, nûçegihanê DIHA’yê Nedîm Orûc û kamêrevanê Kurdsat News Baran Ok dîl girtin. Ji ber wê jî li beramberî hemu binpêkirinên li wir tên kirin dezgehên çapemeniyê yên cîhanî û herêmî û bi taybet hin ên kurdî jî bê deng disekinin.
Em di Yekîtiya Ragihandina Azad de polîtîkayên şîdetê yên dewleta Tirk li ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê ferz dike û bi taybet binçavkirinên bê ser û ber ji rojnamevan û nûçegihanên azad ên li Bakurê Kurdistanê dixebitin, bi tundî şermezar dikin.
Em bang li tevahî yekîtî û sendîkayên çapemeniyê yê herêmî û navnetewî dikin ku bê deng nemînin û li hember êrîşên dewletê yên li ser rojnamevan û nûçegihanan xwedî helwest bin.
Her wiha ji dewleta Tirk daxwaz dikin ku demildest hersê hevriyên me yê rojnamevan Rojda Oguz, Nedîm Orûc û Baran Ok serbest berdin”.