3 kes li Dêrikê hatin binçavkirin

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, polîsên sivîl û rûyê wan bi maske girtî, bi şev avêtin ser 3 malan.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, polîsên sivîl û rûyê wan bi maske girtî, bi şev avêtin ser 3 malan.

Di serdegirtinan de Alaaddîn Taşk, Metîn Çarûş û kesekî navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinê de polîsan zerar dan malên welatiyan. Sedema operasyonê nehat hînbûn. Hat ragihandin ku her sê kesên hatine binçavkirin birine Mêrdînê.

Divê navberê de Ridvan Dîp, Servet Pîlsîn, Nametûllah Aals û kesekî navê wî nehat zanîn ên pêr li navçeyê hatin binçavkirin, hînê li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Dêrikê tên ragirtin.