Cemîl Bayik: Ew ê hêza kurdan bibînin!

"Bes bila rêber û pêşengên kurdan hebin. Heta pêşengên kurdan hebin ti kes nikare îradeya kurdan têk bibe. Li pişt wan kî dibe bila hebe, kurdên xwedî pêşeng wê hesabê van kirinan bipirsin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de, êrîşên dewleta Tirk nirxand.

Bayik, ji berxwedana dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdan çend mînak da û destnîşan kir, ku wê hesabê kirinan were pirsîn.

Nivîsa Bayik a bi serenavê 'Gardiyan Davûtoglû' bi vî rengî ye:

"Gotin û helwestên demên dawî yên dewlet û hikûmeta tirk belgeya nêzîkatiya li hemberî kurdan e. Di asta herî jor de zimanekî dagirker, hegemonîk, li jor mêzikirin û hêrs bi kar tînin. Serokwezîr Davûtoglû wekî ku di şevbihêrkên dibistan û xwendekaran de biaxive, an jî wekî axaftinên mamosteyan ya ‘welat û milet Sakarya’ her roj qîre qîr dike. Her roj dibêje wê hêza dewletê nîşanî kurdan bidin. Mîna ew polîsê ku li Geverê karkerên înşaetê li erdê razandibû û digot ‘Hûn ê hêza tirk bibînin’ axaftinan dike.

Pir aşkeraye ku dewleta tirk, kurdan wekî kole dibîne. Hegemon çawa nêzî koleyan bibin, rayedarên dewleta tirk jî wisa nêzî kurdan dibin. Li Geverê qîreqirkirina polîsan a li hemberî gel çi be, qîreqirkirina serokwezîr a li hemberî siyasetmedarên gelê kurd jî heman tişt e. Mêrên ku ji cinsiyetparêziya civakê gihîşti bin û hêrsa xwe çawa ji jinên xwe bînin, rayedarên hikûmeta AKP’ê jî bi heman rengî nêzî saziyên kurdan dibin. Psîkologeg jî dikare nêzîkatiyên AKP’ê ya li hemberî saziyên kurdan bi vî rengî tespît bike.

Di dîroka me ya nêz de di zindana Amedê de amîrê ewhehiya girtîgehê serbaz Esat Oktay Yildiran çawa nêzî girtiyên kurd bibe, niha Davûtoglû û rayedarên AKP’ê jî wisa nêzî kurdan dibin. Di zindana Amedê de leşker û gardiyanên Esat Oktay jî wî xirabtir nêzî girtiyan dibin. Girtiyên kurd wekî kesên ku divê eziyet li wan bê kirin, çêr li wan bên kirin û kesên ku divê bên terbiyekirin didîtin. Girtî mîna însanan nedihatin dîtin. Ev rêbaza têkbirina îradeyê ye; an jî li hemberî kesên ku îradeya wan hatiye têkbirin ji bo careke din serî ranekin rêbazek e. Bi taybet jî di dîroka Komara Tirkiyeyê de wiha nêzî kurdan bûn. Nêzîkatiya Komara Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan, herî baş Davûtoglû nîşan dide. Ji ber ku ji her kesî zêdetir ew qîreqîr dike.

Di salên 1980’î de li zindana Amedê bi leqebê biçûk leşkerî bejn kurt hebûye. Ji ber ku bejna wî ji ya yek jî jê pêşengê PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş kurt bûye ketiye kompleksê, xwe bilind dikir ku şimaqê lê bixe û qîreqîr dikir. Niha Ahmet Davûtoglû mîna leşkerê li zindana Amedê ketiye kompleksê, neçar maye û êrîşî kurdan dike. Li hemberî berxwedana kurdan ewqas neçar maye ku bi tankan taxên kurdan dorpêç kiriye û bombebaran dike. Qîreqîra Davûtoglû, gotina wî ya em ê biperçiqînin, li hemberî berxwedana mezin a gel, hêrsa zihniyeta hegemonîk îfade dike.

Êrîşkariya dewleta tirk teqez bi zihniyet û polîkaya hegemonîk ve têkildar e. Naxwazin kurdan wekhev û azad bibînin. Li hemberî îradeya kurdan a wekhev û azad pir bi hêrs dibin. Tehemul nakin ku kurd li hemberî wan wekî kesên azad û wekhev tevbigerin. Dixwazin kurdan tine bikin; kurd di mêtingerî û tehekûma wan de bijîn û dixwazin kurd vê yekê qebûl bikin. Zihniyeta wan ev e. Divê hemû helwestên AKP’ê wiha bên destgirtin.

Dema ji Davûtoglû re tê gotin wê hesabên erîşên bi tang û topan a li hemberî bajaran pêk tên bê pirsîn, dibêje em hesab nadin, wê HDP hesab bide. Li gorî wan ti kes nikare hesab ji qral û dîktatoran bipirsin û tenê dîktator dikarin hesab bipirsin! Em jî ji Davûtoglû dipirsin; tu kî ye hesab ji kurdan dipirsî? Tenê gelên Tirkiyeyê dikarin hesab ji HDP’ê bipirsin. Ti mafê Davûtoglû nîne hesab ji kurdan bipirse. Kurd wê hesabê vê zilma ku li wan tê kirin bipirsin. Bila Davûtoglû qîreqîr neke, wê bi awayekî giran hesab jê were pirsîn. Wê teqez hesabê zarok, jin û kalên ku tên qetilkirin ji hikûmetê were pirsîn. Wê teqez hesabê tiştên ku li ciwan, zarok, dayik, bav û birayên li kurdan tên kirin were pirsîn. Bila ti kes kurdan wekî kesên ku nabihîzin û bê ziman hesab nekin! Ew ê hêza kurdan bibînin!

Bes bila rêber û pêşengên kurdan hebin. Heta pêşengên kurdan hebin ti kes nikare îradeya kurdan têk bibe. Li pişt wan kî dibe bila hebe, kurdên xwedî pêşeng wê hesabê van kirinan bipirsin. Îro li cîhanê ti civakeke ku bi qasî kurdan xwedî mîlîtan bin tine. Ji ber ku ev mîlîtanî ji ber zilma dewleta tirk û daxwaza azadiyê bi pêş ket. Îro li Suriye û Iraqê, DAIŞ ji ciwanên kurd ditirse. Dema dengê piyê ciwanên kurd dibihîzin dibêjin kesên pêlav sor tên û direvin. Ji ber ku ne mimkune li hemberî fedaîtiya ciwanên kurd bê rawestandin.

Qîreqîra Davûtoglû li hemberî mîlîtaniya kurdan pere nake. Ew teknîk û piştgiriya ku didinê Davûtoglû xilas nake. Ji ber ku teknîka herî mezin însan bi xwe ye. Rêber Apo 30 sal berê gotibû: 'Teknîka herî mezin însan e.' Bi vî rengî ciwanên mîlîtan ku hemû teknîkan têk bibe û rastiya gelekî ku ji bo azadiya xwe şer bike afirandiye.

Ji bo kurdan zext sedemê berxwedanê ye. Kurdên ku li hemberî zextan gilî û gazincên xwe bikin di rojên paş de man. Li cihekî ku zehmetî dest pê bikin, li wir mîlîtaniya kurd watedar dibe. Rêberê Gelê Kurd û PKK di şert û mercên zehmet de derketine ser dika dîrokê. PKK li cihê ku zehmetî destpê bike heye. PKK xwedî xeteke wisa ye ku dema zehmetiyan serketinan bi dest dixe û li Kurdistanê hebûna xwe daye qebûlkirin. Di PKK’ê de li hemberî zehmetiyan gilî û gazinc nayên kirin. PKK xwedî tevger û civaka mîlîtanên wisa ye ku dibêje eger zehmetî hebe wateya hebûna min heye. Ji ber ku ji zehmetiyan re bûye bersiv derketiye ser dika dîrokê. Eger hêsan pêk bihata, têkoşîn hêsan bûye ji xwe PKK dernediket holê.

Bi kurt û kurmancî PKK’ê li hemberî zilma dewleta tirk hebûna xwe pêk aniye, wekî hêz û tarzê têkbirina zilmê derketiye dika dîrokê. Ji ber vê yekê ti êrîş nikare serketina gelê kurd û PKK’ê asteng bike."