Turk: Armanca îdîayên bêbingeh, bêdengkirina me ye

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bersiv da îdîa û derewên Serokwezîrê Tirk û medya AKP'ê yên li hemberî şaredariya wan dikin û diyar kir, ku armanca van îdîayên bêbingeh, bêdengkirina wan e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bersiv da îdîa û derewên Serokwezîrê Tirk û medya AKP'ê yên li hemberî şaredariya wan dikin û diyar kir, ku armanca van îdîayên bêbingeh, bêdengkirina wan e.

Turk di vê der barê de ji ANF'ê re axivî û bersiv da Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, ku îdîa kir, ji sedî 96,7 ê hatineyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji rêveberiya navendî tê. 

Turk destnîşan kir ku ev daxuyaniya Davûtoglû ne rast e. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da xuyakirin ku weke Şaredarî ew bi tenê ji sedî 30.1 ê pereyan ji personelan re vediqetînin û anî ziman ku Davûtoglû ev hejmar bi sê qatan nepixandiye. Turk got, "Li ber destê me raporên mufetîşan ên li ser lêçûnan hene."

'TU DI DESTPÊKÊ DE LÊÇÛNÊN ŞAREDARIYÊ XWE AŞKERE BIKE'

Turk da xuyakirin ku dema şaredariya li Mêrdînê şaredariyeke navenda biçûk bû, wan ev şaredarî veguherandina şaredariya bajarê mezin û got, "Li navenda şaredariyê me 16-17 serokatiyên daîre ava kirin. Me Mar Su ava kirin. Li Mar Su'yê 15 serokatiyên daîreyan hene. Me 3 alîkarên midûrê giştî û sekreteryayeke giştî ava kirin. Me şaredariyeke herêmî veguherandine şaredariyeke bajarê mezin. Di rewşeke ku ti binesaziya şaredariyê tinebû de,, me hemû xebatên wê çêkirin û li gorî vê yekê kadro ava kirin."

Ahmet Turk diyar kir ku divê hikûmet di destpêkê de lêçûnên şaredariyên AKP'yî aşkere bike û lêçûnên şaredariya wan û yên AKP'yî bîne pêşberî hev. Turk da zanîn ku hewl tê dayîn atmosfereke siyasî ya li dijî şaredariyên HDP'ê were afirandin û got, "Ji bo zerarê bidin şaredariyê me, stratejiyeke taybet tê meşandin. Armanc bêdengkirina me ye. Gelê me bi ked û xebata me dizane. Ev hewldan hewldanên vala ne."