Gelê Nisêbînê: Dewlet nebe, bêhna me fireh e
Li Nisêbînê ku berxwedana gel a li dijî êrîşan dewam dike, li navenda sûkê û taxên qedexe lê nîne, jiyan asayî ye. Li hemberî êrîşên gengaz, amadekariyên gel jî dewam dikin.
Li Nisêbînê ku berxwedana gel a li dijî êrîşan dewam dike, li navenda sûkê û taxên qedexe lê nîne, jiyan asayî ye. Li hemberî êrîşên gengaz, amadekariyên gel jî dewam dikin.
Li Nisêbînê ku berxwedana gel a li dijî êrîşan dewam dike, li navenda sûkê û taxên qedexe lê nîne, jiyan asayî ye. Li hemberî êrîşên gengaz, amadekariyên gel jî dewam dikin. Nisêbînî dibêjin, "Dewlet nîne, bêhna me jî fireh e."
Xwediyê qehwexaneyeke li Sûka Qaçaxçiyan Suleyman Bey diyar kir ku weke nerazîbûnek li hemberî êrîşan wan derabeyên xwe daxistine û got, "Di rewşeke ku xwişk û birayên me li taxan li ber xwe didin de, li me nedihat ku em dikanên xwe vekin. Bi mehan e em kar nakin. Ji bo me ya herî girîng gelê me ye. Gelê Nisêbînê gelekî xwedî yekîtî ye. Li cihekî komkujî hebe, li cihê din jiyan nameşe. Gazineke me ya bi tenê heye; ew jî terora dewletê ye. Ji bo gelê Nisêbînê li rojên xwe yên berê vegere, şert e ku dewlet dest ji vê zilmê berde"
Esnafê bi navê Mehmet Demîr jî got, "Pirsgirêka herî mezin a gel û esnafan, êrîşên dewletê ye. Dema êrîş nebin, jiyan asayî ye. Dema êrîş destpê dikin, jiyan disekine."