TEV-DEM: Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerê topyekûn dimeşîne
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê qetilkirina sê jinên leheng ên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Tirkiyeyê hemû hiqûqa xwe, hem jî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye."
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê qetilkirina sê jinên leheng ên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Tirkiyeyê hemû hiqûqa xwe, hem jî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye."
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê qetilkirina sê jinên leheng ên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Tirkiyeyê hemû hiqûqa xwe, hem jî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye."
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê bi vî rengî ye:
"Li bakurê Kurdistanê li dijî gelê kurd bi mehan e şerekî derexlaq, derqanûnî bi hovîtiyek mezin tê kirin. Em di serî de rejîma dagirker dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin, şehîdên Silopiyayê jinên qehreman Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bibîr tînin, li pêşberî şehadeta wan em bejna xwe ditewînin û ji gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.
Di vê pêvajoyê de rejîma dagirker dewleta Tirkiyeyê ji her hêlê ve bi hovîtiyek mezin şerekî topyekûn dimeşîne û di vî şerî de ne exlaq, ne jî hiqûqê nas nake. Dewleta dagirker Tirkiye bi benzînê diçe ser agir û ev yek şerê qirêj ku dewleta dagirker dimeşîne hîn dijwar dike. Îro li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd û îzolasyonek pir dijwar tê meşandin. Diyar e ku bi destê AKP’ê li ser Rêberê Gelê Kurd zexteke pir mezin heye. Herî dawî ji wan girtiyên li Îmraliyê Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş sirgûnî girtîgeha Silîvriyê kirine, ji girtiyên din ên li Îmraliyê û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ti agahî tine.
Bi vê helwesta xwe dewleta Tirk hemû qanûnên xwe û yên navneteweyî, exlaqê mirovahiyê û her tiştî dide ber lingan. Ev yek rastûrast careke din îradeya xwe ya şerê qirêj û komkujiyê diyar dike. Lê divê bizanibe ku bi van kirinên xwe ew ê ti carî biser nekeve. Çawa ku dema komploya navneteweyî ne tenê li bakurê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê û her cihê ku kurdek lê heye li temamî cîhanê kurd rabûn ser piyan û îsyan kirin. Ev zexta ku îro li ser Rêber APO tê meşandin dîsa sedema heman îsyanê ye. Heya ku Rêber APO û Kurdistan azad nebe, ti kesekî kurd ew ê nebêje ku ez jiyaneke azad dijîm û ez ê bijîm.
Bangawaziya me ji dewleta Tirkiyeyê re ev e ku leztir dest ji vê polîtîkaya xeternak, zilma li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber APO berde. Li şûna wê siyasetek demokratîk, azadîxwaz û aştiyane esas bigire. Dîsa bangawaziya me ew e ku her kesekî/e kurd û tevahiya gelê me yê qehreman li hemberî vê tecrîd û zexta li ser Rêber APO têkoşîn û berxwedana xwe hîn bilind bikin, azadiya Kurdistanê di azadiya Rêber APO de bibînin û li ser vî esasî têkoşînê mezintir bikin. Em bangî gelê xwe û hemû gelê li Kurdistanê dikin ku çi li çar parçeyên Kurdistanê, çi jî li derveyî welat ji bo azadiya Rêber APO têkoşîna xwe di asteke hîn jor de bilind bikin."