Bîlîcî: Dawiya vê yekê, karesata Tîtanîk e
Bîlîcî diyar kir ku dewleta Tirk bi tinehesibandina peymanên navneteweyî re, di ser cenazeyan re polîtîkayeke qirêj dimeşîne.
Bîlîcî diyar kir ku dewleta Tirk bi tinehesibandina peymanên navneteweyî re, di ser cenazeyan re polîtîkayeke qirêj dimeşîne.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku dewleta Tirk bi tinehesibandina peymanên navneteweyî re, di ser cenazeyan re polîtîkayeke qirêj dimeşîne.
Bîlîcî di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk di demên dawî de li Kurdistanê dike û got, "Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di rewşa şer de jî hin peymanên navneteweyî yên weke Peymana Cenevreyê hene, ku Tirkiyeyê jî mora xwe daniye binî. Lê mixabin, bi awayekî zelal dibêjim; ev peyman bi awayê herî giran hatine binpêkirin. Li Silopiyayê, cenazeyê dayikekê bi rojan li nava kolanan hatiye sekinandin. Niha li Sûrê di destê dewletê de sê cenaze hene. Ev yek rewşeke kêfî ye. Di ser cenazeyan re dijminatî tê kirin û ev yek gelekî xetere ye."
'MEDYA NAVENDÎ ŞIRÎKÊ VÎ GUNEHÎ YE'
Bîlîcî da zanîn ku yek ji berpirsyarên herî mezin ên dewamkirina vî şerî, medya navendî ye û destnîşan kir, ku di kûrbûna vî şerî de, di vê hovîtiyê de, di zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan de medyaya ku timî rastiyan berevajî nîşan dide, xwedî pareke mezin e.
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî got, "Li Tirkiyeyê, medya hawiz û ya navendî dernakeve derveyî îdeolojiya fermî ya dewletê. Vê yekê bi kêrî berjewendiyên xwe dibîne û bêguman dibe şirîkê vî gunehî. Eger ev hovîtî û bêhiqûqiya zêdeyî meheke li Sûrê heye nîşan bida, rewş wê îro gelekî cudatir bûya."
'ACIZÎ NE JI BER XENDEKAN E, ACIZÎ LI DAXWAZA STATUYA KURDAN E'
Bîlîcî da xuyakirin, ku ev dewlet û hikûmet ji daxwaza statuyê ya Kurdan ditirse û ev xal destnîşan kir: "Statuyê qebûl nakin. Çi dibe bila bibe, ne tenê xwerêveberî, tu çi navî lê bike jî, eger di nav de statuyek ji bo Kurdan hebe, ev zîhniyet wê careke din bikeve navberê û dest bi tinekirinê bike. Eger tu ji rêveberiyên herêmî, ji kolandina xendekan ji aliyê ciwanan ve gelekî aciz be, waye KCD'ê deklarasyonek ji 14 xalan weşand, pêşniyar kir, wê demê tu jî vê pêşniyarê nîqaş bike, dest bi axaftinê bike, pêşî li zemîna siyaetê veke. Xuya ye mesele ne ew e. Mesele aciziya ji statuyê ye."
'DAWIYA VÊ YEKÊ DIBE KU BIBE KARESATA TÎTANÎKÊ'
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî da zanîn ku rojavayê Tirkiyeyê bi têrkerî nerazîbûnê nîşanî van êrîşên tinekirinê nade û ev nirxandin kir: "Şaşîtiyên ku di salên 1990'î de kirin, careke din dikin. Çi ne ew şaşîtî? Nedayîna destekê û nêzîkatiya bi xemsarî. Em niha bi beşeke gelekî biçûk dikarin têkiliyê deynin, bi hev re rûnên. Gelek saziyên li rojavayê Tirkiyeyê welê nîşan didin ku ew ji şerê li Kurdistanê ne aciz e. Nerazîbûna têrker nîşan nadin, bi tenê lê temaşe dikin. Napirse; 'Ey dewlet ev mirov çi dixwazin? Ev mirov çima hatine vê nuqteyê? Van mirovan çima pêwîstî bi xweparastinê dîtin?' Berevajî vê nêzîkatiyê, mîna ku li benda 'dewletê kîngê Sûrê bi dest bixe' li rewşê temaşe dikin. Di vir de tevî desthilatdariya siyasî û medya navendî, pareke mezin a mûxalefeta bingehîn jî heye. Lê belê serdema me serdema teknolojiyê ye, lewma dim edya civakî de, li gelek cihan rastî derdikevin holê û mirov dibînin. Lê belê ev bêdengî wê maliyeteke mezin bi xwe re bîne. Eger rewş bi vî rengî dewam bike, mirovê li rojavayê Tirkiyeyê û mirovê li rojhilatê Tirkiyeyê wê bi hev re têk biçin. Yanî av êdî li vê keştiyê qewimiye. Di fîlmê Tîtanîk de, dema keştî binav bû yên elît xwestin li fîlîkayan siwar bibin û xwe rizgar bikin. Hewl dan rêwiyên di asta duyemîn û sêyemîn de li jêra keştiyê bigirin. Halbûkî çi bû? Hemû binav bû. Lewma, av êdî ketiye nava vê keştiyê û hînê jî zêde dibe. Dawiya vê rewşê karesata Tîtanîk e. Em ancax bi hevkariyê re dikarin pêşî li vê bigirin."