Li Venlo bi Şaredarî û partiyên siyasî re hevdîtin hatin kirin
Li bajarê Hollanda Venloyê, ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî ya Ewropayê, bi Şaredariya Venlo û 3 partiyên siyasî re hevdîtin hatin kirin.

Di hevdîtinan de li ser komkujî û qirkirina ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tê kirin, agahî hat dayîn û dosya hat pêşkêşkirin.
Nûnerên partiyên siyasî jî dan xuyakirin, ku ew ê van dosyayan roja Duşemê pêşkêşî Meclîsa Hollandayê bikin û soz dan ku di vî warî de çi ji destê wan bê, ew ê bikin.
Di hevdîtinan de, nûnerê Komeleya Kurd a Eîndhoevenê diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê gelê sivîl eqetil dike û divê dewletên Ewropayê tavilê dest li vê rewşê werbidin. Nûner destnîşan kir ku eger ev neyê kirin, wê hikûmeta AKP'ê hewl bide Kurdan qir bike.