Êrîşên dewleta Tirk li Elmanyayê hatin şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

HANNOVER: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li Hannoverê, Kurdistaniyan li ber HBF kon vedan û terora AKP'ê û bêdengiya Ewropayê şermezar kirin. Çalakgeran tevî hewa sar û berfê jî du saet û nîvan çalakiya xwe dewam kirin û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujerê zarokan Erdogan" qîriyan. Çalakiyên protestoyî wê îro jî bidomin. Komîteya Amadekar da xuyakirin ku wê îro saet di 16:00 de çalakiyeke girseyî bê lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.

DARMSTADT: Endamên Ciwanên Azad li ber HBF a Darmstadtê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Duh Hîtler, îro Erdogan", "TC a dagirker ji Kurdistanê bicehime", "Kujerê zarokan Erdogan", "Fînansman Ewropa, kujer Tirkiye" hatin qîrîn.

KEHL/MULLHEÎM: Li bajarên Kehl û Mullheîm ên Elmanyayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kirin. Grevên birçîbûnê li Navenad Çanda Elewiyan a Kehl û Navenda Çanda Elewiyan a Mullheîmê bi awayekî bêdawî-dorveger tê lidarxistin. Çalakgeran bang li her kesî kirin ku li hemberî komkujiyên barbar ên AKP'ê, bêdeng nemînin.

OSNABRUCK: Li Osnabruckê dosya pêşkêşî sazî û partiyên Elman hat kirin û bal hat kişandin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û dostên Elman, gelek partiyên Elman ên li bajêr, Şaredarê Osnabruckê û rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret kirin, dosya pêşkêş kirin.

MUNCHEN: Bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Munchenê, li ber avahiya Şaredariyê ya Marîenplatzê mîtîngek hat lidarxistin û komkujiyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerê NAV-DEM'ê li vir axivî. Endamê Meclîsa Şaredariya Munchenê Çetîn Oraner jî axivî û Komuna Jinê ya Sara belavoka TJK-E xwend. Di çalakiyê de banga tevlîbûna li çalakiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê hat kirin.

...