Li Viyanayê dosya radestî rayedarên TV hat kirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk, Kurdistaniyan dosyayek radestî Televîzyona Dewletê ya Awûstûryayê kirin.

Kurdistaniyên li ber avahiya navendî ya televîzyona dewletê ORF li hev civiyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û PYD'ê vekirin û bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kirin.
Kurdistaniyan li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, dosyayek radestî rayedarên televîzyonê kirin û xwestin, hîn bêhtir cih bidin mijarê.
Rayedarên televîzyonê jî dan zanîn ku ew pêvajoya li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û ew ê dosyayê binirxînin.