Li Bruksel û Berlînê çalakiyên edaletê
Li paytexta Belçîka Brukselê û li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
Li paytexta Belçîka Brukselê û li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
Li paytexta Belçîka Brukselê û li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
BRUKSEL
Li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo aşkerekirina kiryarên komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an çalakiyek hat lidarxistin. Girseya gel piştî vê çalakiyê ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dikin, şermezar kirin.
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd û Yekîtiya Jinên Sosyalîst, girseya gel li ber Konsolosxaneyên Fransa û Tirkiyeyê çalakî pêk anî.
Girseya gel a piştî kombûna li ber Konsolosxaneya Fransayê, ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiya.
Çalakgeran li ber Konsolosxaneya Tirk dirûşmên "Duh Parîs, îro Kurdistan", "Dawî li komkujiyên li hemberî jinan bînin", "Duh Hîtler îro Erdogan" qîriyan.
Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Ji ber ku hikûmeta Fransayê ev 3 sal in komkujiya li Parîsê ronî nake, îro dewleta Tirk mîna dewama komkujiya Parîsê, li Silopiyayê komkujî kir. 3 hevalên me yên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê tevî gel li ber xwe didan, ji aliyê dewleta Tirk ve bi xwînxwarî hatin qetilkirin."
Rêxistinên jinan diyar kirin ku ew ê xwedî li têkoşîna jinên Kurd derkevin û banga tevlîbûna çalakiya li Parîsê ya 9'ê Çileyê kirin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê jî di çalakiya nobedê de dewleta Fransayê ya doza komkujiya Parîsê nabe serî, hat şermezarkirin. Di daxuyaniya li vir de hat ragihandin ku derengxistina edaletê cesaret daye dewleta Tirk û vê yekê rê li ber komkujiyên nû vekiriye.
Çalakiya 'Em edaletê dixwazin' a ji aliyê Meclîsa Jinê DESTDAN û NAV-DEM Berlînê ve hat lidarxistin, li ber Konsolosxaneya Franayê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.
Di daxuyaniya Meclîsa Jinê DESTDAN de hat ragihandin, ku tevî hebûna delîlan jî derengxistina dozê ji aliyê edaleta Fransayê ve nayê qebûlkirin. Di çalakiyê de dewleta Fransayê hat şermezarkirin û hat gotin, "Bi van helwestên mijûlkirinê re destek ji komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê re tê dayîn. Di salvegera 3. a komkujiyê de divê dewleta Fransa li ber xwe bikeve ku li Silopiyayê 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin. Bila sebra me neceribînin. Em ê ti carî dest ji vê bernedin."
Di çalakiyê de ji bo mîtînga protestoyî ya 9'ê Çileyê li Parîsê, banga tevlîbûnê hat kirin."