Ji bo oxirkirina 3 siyasetmedarên Kurd bi hezaran kes li hev civiyan

Ji bo oxirkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi hezaran kes li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li hev civiyan.

Ji bo oxirkirina Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, endma Desteya Rêveber a KJA'yê û Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr û endama KJA'yê Fatma Ûyar ên li Silopiyayê ji ber guleyên hêzên dewletê di destpêkê de birîndar bûn û piştre bi birîndarî ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, bi hezaran kes li ber Nexweşxaneya Delwetê ya Şirnexê li hev civiyan.

Girseya gel dirûşmên "Şehîd Namirin", "Jin jiyan azadî" diqîrin. Parlamenterên HDP'ê, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel û Hevberdevka KJA'yê Ayla Akat Ata ji bo tevlî merasîma oxirkirinê bibin, hatin ber nexweşxaneyê. Piştî merasîma li vir, wê ji bo Fatma Ûyar li navenda Şirnexê merasîma cenaze bê lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir wê li gundê Ziristînê yê Silopiyayê were veşartin. Cenazeyê endama Desteya Rêveber a KJA'yê û Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr wê di destpêkê de bibin Mêrdînê. Darbesta Demîr wê li warê wê navçeya Mêrdîn Mîdyadê saet di 13:00 de were pêşwazîkirin û piştre ber bi Amedê ve were oxirkirin.