Heyeta Îmraliyê: Azadiya Ocalan rojeva lezgîn e!

Heyeta Îmraliyê da xuyakirin ku ne tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê azadiya Ocalan rojeva lezgîn be.

Heyeta Îmraliyê destnîşan kir ku tecrîda li dijî Ocalan û sirgûnkirina her du girtiyan ji Îmraliyê ‘banga şer e’. Heyetê bertekên tund nîşanî vê pêkanînê da, xwest ku hikûmet demildest daxuyaniyê bide. Heyetê da xuyakirin ku ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya Ocalan rojeva lezgîn be.

Heyeta Îmraliyê têkîldarî Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diman û piştre şandin Girtîgeha Sîlîvrî daxuyanî da.

Daxuyanî li salona civîna komê ya Meclîsê ji aliyê Berdevkê Heyetê û Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder hat dayîn. Endamên heyetê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan jî tevlî civînê bûn.

‘HIKÛMETÊ AŞTÎ DÎNAMÎT KIR!’

Onder di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan;

“Hikûmeteke qaşo ji sedî 50 standiye. Dema mirov li fikarên wan binêrê, ti kes nikare di vê hikûmetê de rewşeke ji sedî 50 girtiye bibîne. Rastiyeke hikûmeteke her devê vedike hêrs, nefret jê dibare heye. Ev ji sedî 50, di tenê bêperwayeke wan de, nenaskirina qanûnan de derbasdar e. Ji bilî wê jî di vê hikûmetê de xwebaweriyeke hikûmeteke ji sedî 50 standiye tineye. Sedem ji ber vê ye; di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de bi rehîngirtina kedkar, xîzanan ve mezinbûna bi hormon e. Mezinbûnek bi hormon e. Êşên qaşo mezinbûnê ya bi tehdît, şantaj û rêbazên derveyî hiqûqê dikşînin.
Rojeva herî girîng a vî welatî wek her kes jî dizane, aştî ye. Ji bo herêma me û tevahî cîhanê rojevek wiha heye û cihê lê diqewime jî axa me ye.

Her kesên ku aqlê wî selîm e, dema bê pirsîn ku ‘tiştê herî dawî ya ji bo dînamîtkirina aştiyê ango tiştê divê pê neyê’, wê bersiv bibe, belavkirina sekreteryaya Birêz Ocalan a ku dema pêvajoya muzakereyê de em bi hikûmetê re mûtabik mabûn, ji nû ve Birêz Ocalan vegerandina şertên tecrîdê ya di hucreyek 4 metrekare de ye.

‘DIVÊ DEMILDEST BÊYÎ SERÎ LI DEREWAN BIDIN AGAHIYÊ BIDIN’

Em bînin bîra xwe; ji serkêşên vê dewletê, tevahî wezîrên di pêvajoya bîryardayînê ya hikûmetê, serokwezîrê wê, tevahî berdevkên AKP’ê, heta wekîlên wê her tim benîştek di devê wan de hebû; ‘ev Ocalan vala derdixin’. Yê dibêjin ‘ev’ jî em in, gelê herêmê ye, jin, ciwanin. Digotin, ‘Jixwe Ocalan aştiyê dixwaze’ û bi dehan hevok pê hev rêz dikirin. Çi bû? We ewqasî behsa Birêz Ocalan dikir, me ev sekreterya jî di muzakereyan de girtibû bin qeydê, em li ser mûtabik bûn; çi bû we her du hevalên li cem wî bêyî malbatan agahdar bikin, bi binpêkirina mafên herî bingehîn ên mirovî we sirgûn kir?

Pervîn Bûldan bi israr hewl da bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo sedema rastî fêr bibe. Rojekê jî telefon ranekirin, piştî du rojan bersiva wan; ‘karekî rûtîn e’. Dema me destpêkê pirsî me dît ku agahiyên ti berpirsiyarên siyasî ji vê sirgûnê tineye. An muxatabên hemûyan destpêkê ji me seh kirin an jî bi rastî rolên xwe baş dilîzin. Piştî rojekê me rawestandin û bersiva dan jî, ‘karekî rûtin e’ bû. Wasadbûna rûtin ev welat dorpêç kiriye, bêcîdîyetbûnek rûtin ev welat xistiye nav pençeyên xwe û diperpitîne. Ev ti têkîliya xwe bi cîdiyeta berpirsiyariya siyasî re tineye. Tê li vî welatî bibe Wezîrê Edaletê, li cihekî wek Girtîgeha Îmraliyê, cihekî temînata aştiyê, cihekî ku rêberê aştiyê, avakarê aştiyê lê tê girtin, di tiştekî wiha jiyanî de divê daxuyaniyek bi hincetan bihata dayîn. Tiştê rûtîn ev bê cîdiyeta ye. Ji ber ku di girtîgehan de heta cihekî wek Îmraliyê de cihê rûtînek wiha ne di qanûn de, ne di hiqûqê de ne jî di exlaqê berpirsiyariya siyasî de cihê wê tineye, divê tinebe jî. Ji ber vê em bi lezgînî ji hikûmetê, ji nûner, berdevkên wê yên di her mijarê de aşiqê axaftinê ne û ji serokwezîr benda daxuyaniyê ne. Divê demildest raya giştî di vê mijarê de bêyî serî li derewan bidin agahdar bikin.”

BAL KIŞAND SER PÊVAJOYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Onder di berdewama daxuyaniyê de pêvajoya grevên birçîbûnê bi bîr xist, wiha domand: 

“Bi daxwaza rakirina tecrîdê û destpêkirina muzakereyan ve greva birçîbûnê despê kiribû. Nêzî 60 rojan dewam kir, bi sedan mirov hatin qiraxa mirinê. Her wiha dîsa bînin bîra xwe; wek îro çawa tînin ziman, formulek Tamîlê ya bê cîdiyet, bê bingeh tanîn ziman, Formula Srîlanka ji ser zimanên wan nediket. Bi bîr bînin; digotin çi karên van li meclîsê heye, bi gerîlayan re axivîne, dosyayên me yên mafê destnewerdanê bêyî hiqûqî danîn pêşiyê, planên şandina me ya girtîgehan dikirin. Greva birçîbûnê bû helwestek siyasî ya herî girîng a hikûmet sewqî pêvajoya muzakereyê kir, di dîrokê de cih girt û me ew roj dest bi hevdîtinan kir. Heyeta hûn li vir dibînin, Balûken, Bûldan û hevserokên me yên giştî piştî soza rakirina tecrîda li ser Ocalan girtin, soza rêkûpêkkirina şertên bicihkirinê, hevdîtinê standin, însiyatîfa bidawîkirina grevên birçîbûnê, rojiyên mirinê pêş xistin. Piştî wê jî hevdîtina yekemîn a Îmraliyê destpê kir.”

 ‘JI ŞER RE DAWETIYÊ DIŞÎNIN’

Onder bi bîr xist ku “pêşxistina tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan, têkîldarî ewlehiya can, şertên tenduristiyê de rêxistina wî, gelê wî sewqî fikaran kirin ji şer re şandina dawetiyê ye”, wiha domand:

“Divê ji bo hikûmet karibe me hemûyan ji pêşketinên maliyetên wan ên civakî zêde biparêze demildest şertên berê pêk bîne û têkîldarî mijarê demildest agahiyê bide raya giştî. Ez bawer im niha her kes di vê mijarê de xwedî heman fikrî ne; wê nûnerên siyasî û rayedarên hikûmetê bibêjin çi em ê li benda wê bin. Heta îro ji ser Birêz Ocalan digotin, ‘ew ji xwe aştiyê dixwaze, pêşketinan baş dibîne, ev biçin wê bi daran bera wan de’ tiştên wiha digotin. Îro diviya bû şertên muzakere, azadî, ewlehiyê baştir bikirana, li şûna wê paş de kişandin, nîşan dan ku kî şer dixwazin, kî vî şerî dike sedema hebûna xwe, bêyî şer û dijmin ev hikûmet nikare vî welatî sewq û îdare bike.

‘HÛN Ê XENDEKÊN QASÎ BEHRA MARMARAYÊ BIKOLIN!’

Tecrîd di navbera aştiya civakî û pêşeroja me ya hevpar de kolandina xendeka qasî Behra Marmarayê ye! Ev xendeka ku hûn bi bêperwatiyekê ve dikolin, piştre ji bo girtina wê wê ked û hewldanên mezin pêwîst bike. Em wek heyeta Îmraliyê dixwazin ji hikûmetê re vê bibêjin; demildest vegerin helwesta ku herî hêsan, herî bingehîn a exlaqî, soza we dane bi cih bînin. Sekreterya we bi xwe pêşniyar kir, rêkûpêk kir, mayindebûna wê garantî kir, hûn ê nikaribin li gor serê xwe bitewînin.”

 ‘KAOSA LI ROJHILATA NAVÎN JÎ WÊ KÛRTIR BIBE’

Onder got ev helwesta otorîteriyê wê karibe kaosa li Rojhilata Navîn jî kûrtir bike, wiha axivî: “Birêz Ocalan xwedî pêşniyarên herî mirovî yên çareseriyê ye. Ev bi xwe ji aliyê rayedarên hikûmetê jî hatiye teyîtkirin. Li şûna Rojhilata Navîn li ser esasî mezhep, bawerî bikin dijminê hev, helwestên îradeya gelan tine dihesibîne, Birêz Ocalan ji bo karibe Rojhilata Navîn bike mala gelan pêşniyarên herî demokratîk pêşkêş kiriye. Bi rêya Leyla Zana me li Rojhilata Navîn, li herêmê bi ser navê Birêz Ocalan bi agahiya rayedarên hikûmetê ve me hevdîtin û diyalogên girîng pêş xistin. Me encamên wê hem bi Birêz Ocalan hem jî bi rayedarên dewletê re parve kirin. Ji nuqteyek wiha paş de kişandin t..